QSD’ê li Dêra Zorê 2 çete girtin

QSD’ê di operasyona ewlehiyê ya li derdorî çola El Sebha ya Dêra Zorê pêk anî de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.

QSD’ê di saetên sibê de li derdorî çola El Sebha ya Dêra Zorê operasyoneke ewlehiyê pêk anî.

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku QSD’ê li maleke xirbe ya derdorî stasyona trenê ya kolana 16’an 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtine. QSD’ê dest danîn ser çekên çeteyan jî.