QSD: Di şer de herî kêm 14 leşker û çete hatine kurştin

QSD’ê bîlançoya 24’ saetên dawî ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê eşkere kir.

QSD a ku bîlançoya 24 saetên dawî ya Berxwedana Serdemê eşkere kir, diyar kir ku di şerê dijwar ên li herêmê diqewimin de herî kêm 14 leşkerê Tirk û çete hatine kuştin.

QSD’ê ev agahî parve kir:

ʺTevî biryara Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî ya agirbesta li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên ên li ser herêma Efrînê didomîne, zagonên navneteweyî binpê dike û sivîlan hedef digire. Li hember van êrîşan hêzên me neçarin di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan bidin û gelê xwe biparêzin.

BAJRÊ EFRÎNÊ

Ji şevê din ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên bi çekên giran û balafiran ên li ser piraniya taxên bajarê Efrînê doman ku da sivîlan neçar bike warê xwe biterikînin.

Di encama bombebaranê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn (piraniya wan jin û zarok bûn). Êrîşa bi top û balafiran a li ser navenda bajarê didome.

Her wiha taxa Eşrefiyê û gundên Til Tiwêl û Cumkê yên bajarê Efrînê ji şevê din ve bi çekên giran û balafiran tê bombe kirin.

ŞÊRAWA

Duh li gundên Şadiya û Xezawiyê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de heta êvarê şer dom kir. Di şerê bi dijwarî rûdayî de hat ragihandin ku 14 leşker û çete hatine kuştin.

ŞERA

Li eniya gundê Meydankê şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de bênavber didome.

Duh şervanên me wesayîtek leşkerî ya dagirkeran kirin heddef, di encamê de wesayît bi temamî hat rûxandin û hemû leşkerên têde hatin kuştin.

Şerê li vê eniyê heta saetên sibehê dom kir û hêzên me derbeyên giran li dagirkeran dan.ʺ