QSD: di 24 saetên dawî 50 leşker û çete hatine kuştin

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Berxwedana Rûmetê ya roja 9’emîn eşkere kir. QSD’ê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk berdewam dikin û hêzên wan bersivên xurt li dijî êrîşan dan.

QSD’ê ragihand di şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me 2 tank, BNB’yek, wesayîteke kar û panzerek rûxandin. 7 wesayîtên leşkerî û zirxî hatin derb kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrîşên dewleta Tirk û Berxwedana Rûmetê yên roja 9’emîn li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. QSD’ê diyar kir ku berxwedana wan a li hember êrîşan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike û gelek derbe li artêşa Tirk û çeteyan dane.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye :

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bi bombebaran û topbaranekî dijwar êrîşên xwe yên qirkirinê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê bi şêwazekî hovane berdewam kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina herêman û sivîlan de li dijî êrîşan bersivên xurt dan.

DÊRIK

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên Kanî Neimê, Qesir Dîb û her wiha gundewarên Dêrikê bi awayekî bêserûber topbaran kirin.

AMÛDÊ

Artêşa Tirk a dagirker di saet 17:00’an de gundê Xanika dan ber guleyan û bi dijwarî topbaran kirin. Di topbaranê de 2 sivîl birîndar bûn û sivîlek şehîd ket. Her wiha hêzên me bi awayekî tund bersivê baregeha ku êrîş jê hat.

SERÊKANIYÊ

Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû teknîka xwe yê pêşketî, bi balafir û çekên giran ve li sê aliyên bajêr êrîşekî dijwar him ji milê bejahî û him jî hawayî anîn ser bajar. Di encama bersivdana şervanên me de ev êrîş hatin şikandin. Di hemû taxên bajar de êrîşên balafirên şer ên artêşa dagirker pêk hatin. Bi taybet li herêma derdora nexweşxaneya bajar şerê giran qewimîn.

Di çarçoveya bersivdana şervanên me de gundê Menacîr hat paqij kirin û li gundê Mîrindiya şer bi dijwarî berdewam dike. Li rojhilatê Serêkanî li gundê Elok li 2 aliyên gund şerekî dijwar qewimî û êrîş hat şikandin.

GUNDÊ ALIYA

Dem bi dem şerên dijwar bi çekên giran rû dan. Li gundê Elneîm şervanan bersivekî xurt dan erîşên dagirkeran. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

EYN ÎSA Û ÇELEBIYÊ

Di saetên sibehê de çeteyên artêşa dagirker hewl da di gundê Çelebiyê de kontrola xwe çêbike. Li ser bersivdana şervanên me ev êrîş vala hatin derxistin. Heya êvarê cih bi cih pevçûn berdewam kir. Di encam de danê êvarê gund ji çeteyan hate paqijkirin. Şervanên me li gundên Ebû Sexra û Meheta yên li bakurê Eyn Îsa 2 tank û 3 seyareyên leşkerî yên artêşa dagirker rûxandin. Di encama şer de herî kêm 30 çete hatin kuştin. Her wiha şervanên me li gundên Kendalê, Yaroda, Besta û bakûrê bajaroka Eyn Îsa li dijî dagirkeran 4 çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm çeteyek hat kuştin, bi dehan çete birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 BNB û wesayîteke kar hate rûxandin.

GIRÊ SPÎ

Li herêmê şerê giran qewimîn. Şervanên me li gundên Tirwaziyê, Sûsikê, Xirbet Faris û li herêmên derdora Girê Spî çalakiyên bibandor pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke kar, panzerek, seyareyek leşkerî û cebilxaneya çeteyên artêşa dagirker hatin rûxandin. Dîsa 2 sîvîl li ser rêya navdewletî di encama topbarana artêşa dagirker de şehîd ketin.

KOBANÊ

Piştî êrîşên artêşa dagirker, şervanên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan û baregeheke artêşa dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Artêşa dagirker bi hewanan êrîş bir ser gundê Zorava.

Di encama şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me 2 tank, BNB’yek, wesayîteke kar û panzerek rûxandin. 7 wesayîtên leşkerî û zirxî hatin derb kirin.

20 şervanên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 48 şervanên me jî birîndar bûn.”