QSD: Dewleta Tirk li pey provakasyonê ye
QSD’ê ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê li pey provakasyonê ne û diyarkir ku hêzên QSD’ê pozîsyona pêwîst girtine.
QSD’ê ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê li pey provakasyonê ne û diyarkir ku hêzên QSD’ê pozîsyona pêwîst girtine.
Berpirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê Ferhad Şamî têkildarî liv û tevgerên provakatîf ên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ya li bejahiyên Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê agahî dan got ku hê jî hêzên wan li gorî peymana kêmkirina şer tevdigerin û di heman demê de li hemberî rewşên awarte jî amadekariyên wan hene.
Şamî her wiha ji gel xwest ku têkildarê rewşên leşkerî guh nedin derewên ku ji aliyên hinekan tên belavkirin û tenê baweriya xwe bi çavkaniyên fermî bînin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê de hate gotin:
''Di saetên destpêkê yên ber êvara 8'ê Mijdara 2021'an de, tevgerên provokatîv ên çeteyên dagirkeriya Tirk li eniyên şer ên herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û bajarokê Eyn Îsayê, her wiha tevgereke ne normal li gundewarên Minbicê hebûn. Di vê çarçoveyê de bi sedan çete û leşkerên dagirkeriya Tirk û panzêrên wan li nuqteyên şer ên herêmên navborî bi cih bûn û gelek caran hewl dan hêzên me şantaj bikin, bi taybet li gundewarên rohilat û rojavayê bajarokê Eyn Îsayê. Hîn jî hêzên me xwe ragirtine, li gorî peymanên kêmkirina şer tevdigerin û li aliyekî din jî ji rewşên awarte re amade ne.
Li aliyekî din, hêzên me di pêvajoya rizgarkirina gelek herêman û gelên wê ji rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst de bi hezaran şehîd û birîndar dan. Parastina wan herêman ji bo hêzên me erkeke sereke û dîrokî ye. Hêzên me ji bo domandina parastina wan herêman di dayîna berdêlan de teredud nakin. Li ser vî esasî em helwesta şêniyên xwe yên li Tebqa, Reqa, Minbic, Dêrazor û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku me rizgar kirine ku piştgiriyê didin zarokên xwe yên di nava QSD'ê de, bi nirx dibînin. Her wiha em bang li wan dikin ku guh nedin gotegot û derewên ku hin alî belav dikin, ji çavkaniyên fermî bawer bikin."