QSD: Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Zîrgan û Eyn Îsayê kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin. QSD’ê got dewleta Tirk bi taybet Eyn Îsa û hinek gundên Zîrganê dike hedef.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker didomin. QSD’ê got dewleta Tirk bi taybet Eyn Îsa û hinek gundên Zîrganê dike hedef.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got; “Tevgera balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li herêmê giştî didomin. Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran êrîşî gundê Ing El Hewa dike.”
QSD’ê bi domdarî got; “Bi êrîşan re tevgera balafirên keşfê (ÎHA) bê navber didome.”
QSD’ê diyar kir ku êrîşên li herêma Eyn Îsa didomin û ev agahî da;
“Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û ÎHA’yan êrîşî gundê Sêgiro û Dibsê kirin û heman demê dixwazin herêma dagirkirinê berfirehtir bikin. Dîsan li nêzî gundê Qiz Alî artêşa dagirker û komên çete êrîşî gundên Zenûba û Xirbet Fars kirin û heman demê dixwazin herêmên dagirkeriya xwe berfirehtir bikin.”