QSD: Daxuyaniya dewleta Tirk dereweke mezin e

QSD'ê bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a li ser karê wan ê sala 2021'ê û destnîşan kir ku daxuyanî û bîlançoya hatiye eşkerekirin, dewama karê şerê taybet a dewleta Tirk a dagirker e û dereweke mezin e.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê wiha ye:

"Roja 8'ê Adarê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, der heqê karên wan ên sala 2021'ê de daxuyaniyek weşand. Di vê daxuyaniyê de bîlançoyek hat weşandin û hêzên me weke rêxistina terorîst a DAIŞ hatiye nîşandan, ku ev kom di encama şerê mezin ya berxwedanê ku hêzên me dane meşandin de, di aliyê erdnigarî de hat xilaskirin. Daneyên ku di vê bilançoyê de hatine dayîn ji rastiyê dûr in. Ev daxuyanî û bîlanço dewama karên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker in û ji derewek mezin wêdetir ti wateya wan nîn e."