QSD: 81 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, 6 wesayît hatin rûxandin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 54’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kir. QSD’ê ragihand ku herî kêm 81 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, 6 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

ʺTevî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2401 a agirbesta li Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li ser herêma Efrînê didomîne, sivîlan dike hedef û zagonên navneteweyî binpê dike. Li hember van êrîşan em neçar in di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv bidin û gelê xwe biparêzin.

BAJARÊ EFRÎNÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo gel neçarî koçberiyê bike bênavber bi çekên giran û balafiran êrîşî bajarê Efrînê dike.

Îro di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ber bi gundê Qirigolê ve pêşve biçin. Ev hewldan ji aliyê hêzên me ve hat şikandin û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di heman demê de herêm bi çêkên giran û balaefirên şer hate bombebaran kirin. Hêzên me tespîtkirin ku di şerê ji saetên sibê ve 19 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

ŞIYÊ

Li gundên Domîşa, Şiketka û Maserkê ji duh ve di navbera hêzên me û artêşa Tirk û çeteyên wê de şer didome. Her wiha artêşa dagirker herêmê bi çekên giran û balafiran jî dike hedef.

Di van şeran de, 62 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, her wiha 5 erebeyên leşkerî yên dagirkeran bi temamî hatin rûxandin.

ŞERA

Li gundên Meydana û Basilê şerekî dijwar di navbera hêzên ne û artêşa dagirker de heye.

Di heman demê de,  artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên şer herêmê topbaran dike. Şervanên me wesayîteke  bombebarkirî ku çeteyan ji bo êrîşa li ser eniyên hêzên me amade kiribûn, kir hedef.  Di encamê de wesayîta leşkerî di nava çeteyan de hat rûxandin û gelek çete hatin kuştin. Her wiha şervanên me erebeyeke zirxî ya veguhestina leşkerên Tirk û erebeyeke doçka barkirî desteser kirin.

MABETA

Duh dema ku welatiyên gundê Bedîna dixwestin vegerin gundên xwe, ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê bûn hedef. Di encamê de komkujiyek pêk hat û 9 sivîl şehîd bûn.

ŞERAWA

Ji saetên sibehê ve li gundê Şadiya û Xezawiyê şerekî dijwar di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de heye. Li aliyekî din jî êrîşa bi balafir û çekên giran a dagirkeriya Tirk li ser gundê Mesrasê yê navenda bajarê Efrînê didome.ʺ