Qonaxa duyemîn a hewldanê yekîtiya siyasî ya Kurd destpê kir

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd, ragihand ku qonaxa duyemîn a hewldanên di navbera hêzên siyasî ya Kurd de destpê kir.

Nûnerên Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd îro li avahiya PYD’ê ya li Qamişlo civînek asayî lidar xist. Di civînê de pêşketinên têkildarî diyalogên di nava hêzên siyasî yên Kurd de hatin nirxandin.

Piştî civînê û şûnde Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Lîberalan a Kurdistanê Ferhat Têlo daxuyaniyek da û ragihand ku qonaxa duyemîn a hevdîtinên di navbera hêzên siyasî ya Kurd de destpê kir.

Têlo got: “Duh şev Partiyên Yekîtiya Nîştimanî a Kurd bi nûnerên ENKS’ê re civiya. Hinek mijar hatin nirxandin û li gorî civînê di navbera aliyan de nakokiyên pir mezin diyar nînin. Ev civîn dikare weke civîna duyemîn a di qonaxa duyemîn a diyalogê ya navbera Kurdan bê diyarkirin.” Têlê anî ziman ku ji bo qonaxa duyemîn xisûsên bingehîn ên mijara gotinê di civînê de nehatin girtina dest, diyar kir ku wê ev xisûs di civîna bê de bê nirxandin.

Têlo destnîşan kir ku di civînê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê Koalîsyona Navneteweyî yê DYE’yê Wîllîam Roebûck jî amade bûn.