Qonaxa destpêkê ya operasyona li Kampa Holê bi dawî bû

Qonaxa destpêkê ya Operasyona Ewlekarî û Mirovî ya li Kampa Holê bi dawî bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encamê de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Holê civîneke çapemeniyê li dar xist, tê de berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen daxuyanî ji raya giştî re parve kir.

Her wiha berdevkê fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik beşdarî daxuyaniyê bûn.

El-Hesen destnîşan kir ku ew pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin.

Di daxuyaniyê de El-Hesen destnîşan kir ku serketina operasyona wan atmosferekek ewle û bi îstiqrar li kampa Holê peyda kir û got: “Lê bêyî piştevaniya navneteweyî ew yek dirêj nake. Divê derfet bê bikaranîn û çareseriyeke mayînde bê dîtin."

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên Ewlekariya Hundirîn radigihîne ku qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi dawî dibe ku bi desteka QSD, YPJ/YPG`ê di 28`ê Adarê de hatibû destpêkirin. Piştî ku di hemû aliyan de ji bo vegerandina aramî û îstiqrarê ji bo şêniyên kampa Holê ku şaneyên DAÎŞ`ê lê çalak bûbûn, ked û hewldanên mezin hatin dayîn.

Operasyona ku zêdetirî 5 hezar endamên me beşdar bûne, erka sekinandina li hemberî vê pirsgirêka navneteweyî ku hêz û derfetên me derbas dike, rakir ser mile xwe. Hêzên me di operasyonê de girîngî da aliyê mirovî û rêzgirtina li mafên mirovan, nexasim li hemberî zarokan ji beşeke mezin ji şêniyên kampê temsîl dikin. Ew zarok bi gefa rakirina fikrên terorê re ku şaneyên DAÎŞ`ê hewl didin di nava zarok û sivîlan de belav bikin, rû bi rû ne.

Me berê jî diyar kiribû; li ser esasê erka me ya exlaqî, qanûnî, mirovî û ewlehî ji bo selametiya şêniyên kampê me dest bi operasyonê kir. Ji bo mayîndekirina ewlehiyê li kampê, peydakirina mercên jiyanê yên mirovî pêwîstiyeke girîng e. Kampa Holê ji mezintirîn û xeternaktirîn kampên li cîhanê ye, tê de zêdetirî 60 hezar kesên ji 57 welatan dijîn û piraniya wan ji malbatên endamên DAÎŞ`ê ne. Her wiha gelek endamên rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst ku wekî sivîl derbasî kampê bûne, lê bi cih dibin da ku xwe li kampê ji nû ve bi rêxistin bikin û atmosfereke guncaw ji bo berdewamkirina terora xwe ku gihaşt hemû cîhanê, peyda bikin. Wan çeteyan ji destpêka îsal ve li hundirê kampê zêdetirî 47 bûyerên kuştinê pêk anîn.

Em îro bidawîbûna qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê radigihînin ku 5 rojan dewam kir. Hêzên me û hêzên din ên wekî piştevan beşdar bûne, di hemû aliyan de bi awayekî profesyonel tev geriyan. Piştî girtina hemû tedbîrên pêwîst, 125 endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞ`ê hatin girtin, ku ji wan 15 jin in û 20 berpirsên şaneyan û bûyerên kuştinê yên li kampê ne. Her wiha di operasyona lêgerînê de pêdiviyên leşkerî û radarên eleketronîk ên ji bo amadekirina mayînan dihatin bikaranîn, hatin desteserkirin.

Em ji we re teqez dikin; ruxmî ku me gelek endamên şaneyên veşartî yên li kampê girtin jî ku di nava wan de serçete jî hebûn, lê belê xetereya li kampa Holê hîna bi dawî nebûye û heke wek xwe bimîne wê xetere dewam bike. Heke civaka navneteweyî kampa Holê wekî pirsgirêkek navneteweyî nehesibîne û çareseriyên guncaw ji bo vegerandina şêniyên kampê yên ji welatên biyanî ji walatên wan re nebîne, wê xetere dewam bike.

Serketina operasyona me atmosfereke ewle û biîstiqrar li kampa Holê peyda kir. Lê bêyî piştgiriya navneteweyî wê ew yek demdirêj dewam neke. Dem hatiye ku em ev derfetê bê kar bînin û bi hev re bigihêjin çareseriyeke mayînde.

Feraseta terorê û tundrawiyê hîna zindî ye û dewam dike û bi taybetî li hemberî zarokan, ku mafê zaroktiyê ji wan tê standin û xetereyê li ser tevahî cîhanê çêdike.

Wek Fermadariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn em keda hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û meşandina karê xwe bi awayekî profesyonal ji bo pêkanîna armancên operasyonê, bi nirx dibînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hêzên ku beşdarî operasyonê bûne ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin xelatkirin.