Qanûna Sezar kete meriyetê

DYE'yê dest bi 'kampanya zexta siyasî û aborî' ya li ser desthilatdariya Sûriyeyê kir.

Di çarçoveya qanûna Sezar de, Serokdewletê Sûriyeyê Başar El Esad û hevsera wî jî di nav de li dijî 39 kes û saziyan 'kampanya zexta siyasî û aborî' dest pê kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo pêkanînên di çarçoveya qanûna Sezar de îro bi temamî ketine meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kî bi rejîma Esad re kar bike, li ku dibe bila bibe wê liv û tevgera wan bê astengkirin û pêkanînên malî li wan bê ferzkirin."

Pompeo got, "Me gelek pêkanîn danîne pêşiya xwe û heta ku Esad û rejîma wî dest ji şerê tund û nepêwîst ê li dijî gelê Sûriyeyê bernede û hikumeta Sûriyeyê çareseriyeke siyasî qebûl neke, em ê ranewestin."