Qamişlo: Êrîşên li ser Efrînê bi wê armancê ne ku DAÎŞ’ê li ser piyan bihêlin

​​​​​​​Yek ji Fermandarê Fermandariya Giştî ya Bagera Cizîrê Hesen Qamişlo got DAÎŞ bi êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê re dîsa ketiye tevgerê û got Erdogan ti caran li Efrînê wê bi ser nekeve û banga hevgirtinê kir.

Yek ji Fermandarê Fermandariya Giştî ya Bagera Cizîrê Hesen Qamişlo got DAÎŞ bi êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê re dîsa ketiye tevgerê û got Erdogan ti caran li Efrînê wê bi ser nekeve û banga hevgirtinê kir.

Endamê Fermandariya Giştî ya Pêngava Bagera Cizîrê ku hema hema di hemû şer û pêngave Rojava û Bakurê Sûriyê de, yên li dijî DAÎŞ’ê cih girtî, Hesen Qamişlo li ser rewşa dawî ya pêngavê û li ser êrîşên dagirker ên li ser Efrînê yên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Rewşa dawî ya Bagera Cizîrê çiye?

Ev 5 meh qediyan. Di van 5 mehên dawî de hêzên me yên QSD’ê lehengî û fedekariyeke pir mezin nîşan dan. Ji bilî Çemê Xabûrê û beşekî biçûk ê Çemê Firatê hema hema tevahiya herêmê hate azadkirin.

Pêngaveke berfireh û mezin bû, çeteyên ku di vê pêngavê de me li dijî wan şer kirî ne komên biçûk ên çeteyan bûn. Rastiyeke rêxistineke wiha li ber me ye ku di asta navnetewî de gefek e û hemû dinya li dij şer dike. Li bara vê rêxistinê, di pêvajoya nêz de hem li Rojava û Sûriyê û li Iraqê şerekî mezin hat kirin. Li dijî vê rêxistina çete hê jî pêngava me didome.

Ev demek e ku Tirkiye, Rûsya û hêzên dî dibêjin, ‘DAÎŞ qediya’. Lê pêngava we hê didome. Çi cudahî di navbera daxuyaniyan û rewşa qadê de heye?

Pêngav êdî ber bi dawiyê ve diçe. Lê hê zû ye ku miro bibêje herêm bi giştî ji çeteyan hatiye azadkirin.  Her çendî Îran, Iraq, Sûriye û Rûsya bibêjin şerê dijî DAÎŞ’ê ber bi dawiyê ve diçe jî, bi pratîkî û şerê dawî nîşan dide ku DAÎŞ hê jî li Iraqê, Sûriyê û Rojava bi rengekî tund hebûna xwe didomîne. Gotinên, ‘DAÎŞ qediyaye, êdî ne taloke ye’ gotinên polîtîk in û ti rastiyê nabêjin.

Cihê ku DAÎŞ herî pir xwe lê rêxistinî dike û bi cih dibe qada me ye ku pêngav lê didome. Ji ber ku perava Xabûr û Çemê Firatê ye. Em dikarin bibêjin ku şerê giran li vir e. Ji dema ku pêngavê dest pê kiriye, li gel hemû taktîkên çeteyên DAÎŞ’ê jî lehengî, fedekarî û wêrekiyeke mezin hatiye nîşandan. Çeteyan hemû rêbaz ceribandin. DAÎŞ bi êrîşên xwekuj, bi komên ku bi dizî ketin nav me, bi wesayitên bombekirî li dijî me şer kir.

Lê divê em bibêjin: Ev pêvajo wiha ne hêsan bû. Li dijî çeteyên wiha ku bi komên biçûk tim êrîşê tînin şer ne hêsan e. Helbet şervanên me fedekarî, wêrekî û lehengiyên mezin nîşan dan. Bi dehan hevalên me bê tirs şehîd bûne. 2 ji 3’an qada me hate azadkirin. Lê biçûk jî bin, hin cihên stratejîk hê di dest çeteyan de ne. Pêngav ji bo ev qadên ku mane were azadkirin didome. Li wan deveran ku bi sînorên Iraqê de 40 kîlometere mane, hê pêngava me didome.

Helbet tenê ne li ser sînorê Iraqê şer heye. Çeteyên DAÎŞ’ê li ser sînorê Iraqê, başûrê Sûriyê be, hemû hêza xwe ji bo ku vê qadê biparêze seferber kiriye. Bi desteka lojîstîk, cebilxane û hêza teqwiye çeteyên DAÎŞ’ê her tiştê xwe di ser vê qadê re cih tîne. Li qada ku mayî, bi rengekî bicihbûyî li dijî QSD’ê şerê xwe didomîne.

Şerê me yê dijî DAÎŞ’ê bi Pêngava Bagera Cizîrê dest pê nekir. 2012’an komên çete êrîş bi ser qadên me de anîn û ev 4 sal in em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Ev şerê 4 salan ne wiha hêsan bû. DAÎŞ wê demê li her deverê bi ser diket. Diçû ku bi cih dibû û rêxistiniya xwe dikir. Hemû êrîşên wê encam digirtin. Wiha roj bi roj geş bû û bi asteke bilind rêxistinya xwe mezin kir û mezin bû.

Her wiha ji hêla lojîstîk, eniyê û bi hemû derfetên xwe hêzeke ji ya dewletê meztir ji bo xwe bi dest xist. Bi taybetî li Mûsil, Şengal, Reqa, Dêrazor, Minbic, Bab û li Iraqê hin bajar bi dest xistin. Bi êrîşan ev der ji dest OSO standin û li van deran rêxistiniya xwe kir û pergala xwe danî. Wiha xwest ku Rojavayê Kurdistanê jî tevlî nav pergala xwe bike. Lê tê zanîn bê ka berxwedaniya Kobanê çawa dest pê kir. Her wiha li herêma Cizîrê, li Hesekê, Tilhemis, Tilkoçer, Hol û Şedadê berxwedaniyeke mezin û şerekî mezin li dijî vê hêzê hate kirin.

 

Weke ku di serî de jî min gotî ev rêxistiniya çete destpêkê wiha ne biçûk bû. Ji hêla aborî, siyasî û polîtîk ve ji dewletekê zêdetir bi pergal û avanî bû. Ji hêza ku ji dewletên herêmê distand ev rewşa xwe domadin. Di van salan de, bi pêvajoya Şengalê û Kobanê re pêvajoya li dijî DAÎŞ’ê guherî. Bi Şengal û Kobanê re êdî li Rojava pêvajoyeke nû dest pê kir. Şerê dijî DAÎŞ’ê bi rengekî çalak hate kirin. Bi taybetî pêvajoya Kobanê berxwedan ne tenê li herêmê, li qada navnetewî jî karîgeriya xwe nîşan da.

Di vê pêvajoyê de li bara desteka dewleta Tirk a li DAÎŞ’ê dinha weke rewşa niha bêdeng bû. Lê me dît ku li bara berxwedaniya Kobanê û Şengalê ev hêz ker, lal û temaşevan bûn. Ji van hêzan hinan jî weke rejîma Tirk desteka maddî, manewî dane DAÎŞ’ê. Herî dawî YPG bi serê xwe li dijî vê hêzê şer kir.

Piştî ku YPG kete rewşa êrîşê bi vê pêvajoyê re hin hêzên dî jî destek dan. Helbet em van destekan biçûk nabînin. Lê ev rastî jî nikare were înkarkirin. A ku kir ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer wer kirin, kir ku Koalîsyona Navnetewî ava bibe berxwedaniya Şengalê û Kobanê bû. Qehremaniya fedaiyên YPG û YBŞ’ê ku li Şengalê û Kobanê bi bi hezaran mirov azad kirin kete nav rûpela dîrokê.

Avabûna koalîsyonê jî û hêzên ku niha li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikn jî hemû hêza xwe deydarî berxwedana hêzên YPG û QSD’ê ne. YPG û YPJ’ê ne tenê ji bo rûmeta xwe an jî Rojava û Sûriyê ji bo rûmeta hemû mirovahiyê şer kir. Ji ber ku DAÎŞ ji bo hemû cîhanê gefek bû. YPG, YPJ û QSD’ê ji bo hemû cîhanê li ber xwe da û hemû gelên cîhanê deyndarê wan in. Bila kes nebêje, ‘Min li dijî DAÎŞ’ê şer kir’. Hemû propaganda ye. Ez ji bo Iraqê nabêjim. Li Iraqê ji bo DAÎŞ’ê têkoşîn çêbû. Wan jî ev hêza xwe ji YPG, YPJ’ê stand. Artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge jî ev hêz ji vê berxwedanê stand.

Leşkerên rejîmê dema ku pêjna DAÎŞ’ê dikirin kozikên xwe berdidan. Wan jî ji berxwedana YPG’ê û YPJ’ê hêz standin. Heta wê demê ti hêzê li dijî DAÎŞ’ê nikaribû saetekê jî li ber xwe bide. Hemû tiştên xwe berdidan û direviyan. Ispata vê heye. Belge û vîdeo heyen. Hemû deyndarî YPG, YPJ’ê û QSD’ê ne. Ên ku DAÎŞ anîn vê rewşê YPG, YPJ û QSD ne.

Niha di serî de Rûsya, Îran û Sûriye dibêjin me ‘DAÎŞ qedand’..

Ez dipirsim; te kûder rizgar kir. Qadên ku niha te azad kirin te dane DAÎŞ’ê. Reqa, Minbic, Dêrazor, Tebqa û Hol te dane DAÎŞ’ê. Cihên herî stratejîk ên li Sûriyê rejîmê bi dest DAÎŞ’ê ve berdan. Jixwe li Sûriyê deverên derveyî van deran çol in. Rejîma Sûriyê 4-5 salan çol rizgar kir. Hin gundên biçûk hene lê piranî çol in û mirov lê najîn.

Lê evder hemû bi dest YPG, YPJ û QSD’ê hatin azadkirin. Piştî Kobanê qada Tişrînê, Cizîrê, Tilkoçer, Şedadê, Tebqa û herî dawî paytexta DAÎŞ’ê Reqa ji hêla YPG, YPJ û QSD’ê ve hatin azadkirin. Encama têkoşîna 4 salan ev e. Tirkiye zemîn ji DAÎŞ’ê re çêkir, wê DAÎŞ afirand. 2 salan DAÎŞ li Til Ebyad, Minbicê, li deverên ku niha jê re ‘Hêzên Mertala Firatê’ dib3ejin, DAÎŞ li wan deran, li ser sînorê wan bû. Bi hev re bazirganî dikirin.. Bi hezaran belge hene ku vê diçespînin. Hemû petrola Dêrazorê û hêla Iraqê li ser xeta Bab û Minbicê dihate Tirkiyê. Tirkiye jî lojîstîk dida wan. Niha Tirkiye dibêje ew li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Ev hemû derew e.

Gelê herêmê û her kes bi vê dizane. Di destê me de bi sedan êsîrên DAÎŞ’ê hene, ev hemû belge û ispat in. Deverên ku hatine azadkirin ispat in. Cebilxaneya DAÎŞ’ê ya ku di dest me de yên Tirkiyê ne. Heke mirov li rewşê binere desteka Tirkiyê li ber çavan e. Em niha di Pêngava Bagera Cizîrê de hatine rewşa ku bi temamî DAÎŞ’ê têk bibin.

Lê vê bibêjim; cihê ku ez behsê dikim ne herêmeke jirêzê ye. Li gorî agahiyên berdest li vê qadê 5 hezar endamên DAÎŞ’ê hene. Her wiha ji hêla Iraq û Sûriyê destekê distînn. Hê jî rêxistiniya xwe dikin. Mirov nikare bibêjin ku qediyane.

We got ‘hê jî rêxistiniya xwe dikin.’. Di vê pêvajoyê de êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê çawa bandor li ser têkoşîna Dêrazorê kir?

Ev 5 hezar çete li herêma me ketine xelekê. Em dikarin wan îmha bikin. Tam jî dema ku dewleta Tirk haziriya êrîşa li ser Efrînê dikir wan jî li vir hazirî dikir. Rojên pêşî me tam ev texmîn nedikir. Me dizanîbû ku Tirk haziriya êrîşa ser Efrînê dikin. Lê me dema êrîşê nizanîbû.

Lê li vir di van 20 rojên dawî de me ferq kir ku DAÎŞ dîsa rêxistiniya xwe dike. Ji hêla Iraqê ve 150 wesayît derbarî herêma DAÎŞ’ê bû. Ji Sûriyê bi dehan wesayit derbasî wir bûn. Me fêhm kir ku DAÎŞ haziriya êrîşeke dî dike.

Me jî wiha plansaziya xwe kir. Dema ku Tirkan êrîş bi ser Efrînê de birî, eynî rojê DAÎŞ’ê jî ji Xeranîçê, heta bi sînorê Iraqê êrîş anî. Heta niha jî ev êrîş didomin. Heftiyekê qet ranewetiya.  Bi hemû rêbazan êrîş anîn. DAÎŞ hewl dide dîsa xwe zindî bike. Ev bi Efrînê re têkildar e. Tam dema ku DAÎŞ ber bi mirinê ve diçû, ev tifaqa di navbera rejîma Tirk û DAÎŞ’ê de ye. 5 hezar endamên DAÎŞ’ê yên li vir qedroyên sereke yên DAÎŞ’ê ne. Şerê li Sûriyê, Iraqê û Rojava ew bi rê ve dibin. Êrîşa li ser Efrînê ji bo xilaskirina van çeteyan e. Ev rastî di nav salekê de wê derkeve holê. Helbet hin mirovên bi namûs wê derkevin holê û hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê wê bixin rojeva cîhanê de.

Baş e, li Efrînê bi teknolojiya pêşketî ya çekan êrîşên giran hene û komkujî dibin. Li bara van komkujiyan hûn li ser bêdengiya hêzên navnetewî û li ser Berxwedaniya Efrînê çi dibêjin?

YPG, YPJ li dijî terorîzma navnetewî, DAÎŞ’ê û li dijî êrîşên terorîst ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berxwedaniyeke dîrokî didin. Dewleta Tirk bi teknolojiya pêşketî xwe leheng radigihîne û êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Lê li bara berxwedaniya Efrînê têk çûye. Dewleta Tirk li bara vîna ciwanên Kurd û Efrînê têk çûye. Ev 13 roj in bi artêşa xwe û çeteyên xwe li Efrînê têk çûye. Ew bawerî bi balafir û teknolojiya xwe tînin. Ev ne wêrekî ye. Wêrekî, fedekarî, lehengî ya wan şervanan e ku di kozikên xwe de li dijî balafir, tang û topan heta ku şehîd dibin li ber xwe didin. Bi balafiran êrîşa li ser sivîlan, zar û zêçan, jin û yitiyaran, bê cih û wakirina bi sedan mirovî ne lehengî ye. Dîroka dewleta Tirk a komkujî, talan û dagirkirinê ye.

Niha li Efrînê komkujiyeke bêdeng heye. Li ber çavê hemû dinyayê ev dibe. Bila biçin ligund û bajarên Efrînê binerin bê ka kî li van deran dimire…YPG, PKK ne? Hemû şehîdên Efrînê gelê Efrînê ye. Wiha dixwazin hêzên navnetewî bixapînin. Bi navê têkoşîna dijî PKK’ê komkujiya sivîl dikin. Ev di çanda Tirkan de heye. Çapemeniya wan jî propagandayeke pir gemarî dike. Li bara vê bêdengiya hêzên navnetewî pir balkêş e. Rastiya Rûsya jixwe tê zanîn. Îxaneta Mehabatê nayê jibîrkirin. Siyaseta Rûsya ya li vir jî eynî ye. Hemû tiştê xwe li ser berjwendiyê ye. Her wiha hêzên koalîsyonê YGP, YPJ û QSD li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, herî pir nêzîkatiya van balkêş e.

 

Ji destpêkê ve, me YPG, YPJ’ê pişta xwe nedaye ti hêzê. Me bang li wan nekir, ew hatin. Ji bo şerê dijî DAÎŞ’ê me bang li kesî nekir. Niha li Efrînê jî me pişta xwe nedaye kesî. Lê nirxên mirovahiyê hene. Li ber çavê hemû dinyayê komkujiyek heye. Di 7 salan de YPG, YPJ’ê nehişt ku li Efrînê gule li yek malê bikeve. Lê di nav 13 rojan de dewleta Tirk bi dehan gundê Efrînê talan kir. Ev rûreşiya hêzên navnetewî ye.

Bi sedan zarokên Kurd bi êrîşên dewleta Tirk têne kuştin. Bi tangên NATO, Elman li Rojavayê Kurdistanê komkujî tê kirin. Ji bo ku bibêjin, ‘komkujî’ li benda çi ne? Li bendê ku weke Helepçe 15 hezar mirov werin kuştin? Li bendê ne ku weke Dêrazoê serê 500 kesî were jêkirin?

Dewleta Tirk komkujiyan dike. Dewleta Tirk vîna Kurdan nas nake. Li kûderê Kurd vîna xwe deynin dewleta Tirk êrîşê tîne. Niha jî dewleta Tirk seferberî ragihandiye. Weke ku li dijî dewleteke NATO’ê şer dike. Efrîn di nav Sûriyê de bostek e. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe li dijî mirovên ku di dest wan de tenê keleş hene, şer dike. Vê jî ji xwe re dike lehengî. Em bi xwe bawer in. Rast e, em ê şehîd bibin,gund û bajarên me wê xira bibin lê divê ev baş were zanîn, ti kes wê nikaribe rûmeta Kurdan binpê bike.

Helwesta hêzên we yên di nav pêngavê de li dijî van êrîşan çiye?

Çavê hemû hêzên me yên ku li vir şer dikin li ser Efrînê ye. Giyanê gişan li ser Efrînê ye. Ku hate xwestin bi hemû hêza xwe em ê li Efrînê li dijî dewleta Tirk şer bikin. Hêza me ji roja pêşî ve ji bo Efrînê hazir e. Hemû xwe pêşniyar dikin. Hêza me ji bo Efrînê weke ku li ser êgir be. Belê niha em li vir şer dikin lê rih û hişê hêza me li Efrînê ye.

Heke were ser xala dawî, ji bo ku em dewleta Tirk, Nusra û DAÎŞ’ê ji Efrînê derxînin em ê her tiştî bikin. Ev şer wek ku wê pir bidome. Wan digot qet di çend rojan de biqede. Lê wê niha wiha be. Niha dibêjin, ‘Em ê Efrîniyên esîl bînin Efrînê’. Ev jenosîd e. Li ber çavê hemû dinyayê dibêjin, ‘em ê qira Efrînê bînin.’’ Tişta ku li Dersimê kirin niha dixwazin li Efrînê bikin. Dixwazin gelê Efrînê qir bikin û çeteyên Nûsra û yên dî bînin. Ji bo vê jî heta ku yek Kurd jî mabe em ê nehêlin ku ev siyaseya Tirkan bi ser bikeve. Ne tenê Kurd, ti welatparêzê li Sûriyê û Rojava jî destûra vê nadin. Erdogan bi komkujiyan Hîtler, Mussolînî û Sedam, ev dîktator derbas kirin. Lê vîna gelan bi dîktatoriyan nikare wer dîlgirtin. Bİ ser de ku ev gelê Efrînê be ku jiyana azad bi destê xwe ava kiriye. Ji bo vê jî Erdogan li Efrînê wê serfiraziyê tehm neke.

Şerê li Efrînê bi rengekî vekirî zindîbûna DAÎŞ’ê ye. Ji vê tenê çeteyên DAÎŞ’ê sûd werdigirin. Dîsa êrîşên li ser Efrînê êrîşên li ser Kurdan in. Bi têkoşîna 7 salan cihên ku me li jor gotin hatin azadikirin. Tenê ne qad her wiha pergala demokratîk  hate avakirin. YPG, YPJ û QSD bi têkoşîna xwe pêşengiya cîhanê kir. Di van 7 salan de mirovên ku ji Idlib, Hema ji zilma çeteyan baz dan xwe li Efrînê girtin, wan jî xwe ji terorîzma Erdogan xilas nekirin. Niha ev miro bi êrîşên dewleta Tirk re hevrû bûne. Li ser Kurd, Ereb, Sûrya, Êzîdiyan ev gef û taloke heye. Dewleta Tirk ji bo ku li Rojava destkeftiyên Kurdan têk bibe wê her tiştî bike. Êrîşa li ser Efrînê bi vê armancê ye. Ji ber ku Kurdên xwedî vîn naxwazin.

Banga me ev e: Rojava li bendê ye ku xwedî lê were derketin. Efrîn helbet wê  li ber xwe bide. Giyanê berxwedaniya Efrînê hatiye ispatkirin. Berxwedaniya 13 rojan a li Efrînê pir birûmet e. Lê bila çavê me ne li daxuyaniya Amerîka, Frsansa û dewletên dî be. Vîna vîna me ye. Heke em bi dostên xwe re bikarbin vîna xwe biparêzin ew jî neçar bin ku vê vînê qebûl bikin. Divê her kes li Efînê xwedî derkeve. Kurd li her deverê divê li Efrînê xwedî derkevin. Vîna Kurdan îro Efrîn e. Dewleta Tirk dixwaze li Efrînê vîna Kurdan bişkîne. Ji bo vê jî divê em hemû hîsa xwe bikin yek û dinyayê şeht bikin. Di qada leşkerî de jixwe berxwedaniyek li her devere heye û ji bo Efrînê çi hewce bike em ê bikin.