Qada şerê du xetan: Rojava –2

Li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran salan e ku gel, netewe, bawerî û etnîsîteyên cihê bi hev re dijîn.

Rojavayê Kurdistanê bi danheva xwe ya dîrokî û çandî, bi civak û axa xwe ya bi adan her dem bûye hedefa êrîşên dagirker û mêtinger. Çanda El Ubeyd a ku li Mezopotamyaya Jêrîn Beriya Zayînê di salên 5 û 4 hezaran de bi rêya xanedanî û kolonîyan hewl da bandorê li ser herêmê bike. Li hemberî çanda El Ubeydê ya bi dewlet, çîn û pergala baviksalar, çanda Til Xelefê demeke dirêj xwe parast. Ji ber vê jî bajarîbûna li Mezopotamyaya Jorîn li gorî ya Mezopotamyaya Jêr cihê bi pêş ve çû. Berxwedanên jinan û avadaniya konfederal a gelên cihê û baweriyan di nav çanda vê jiyanê de hebûn.

TEBEQEYÊN CIVAKÎ

Li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran salan e ku gel, netewe, bawerî û etnîsîteyên cihê bi hev re dijîn. Ji xeynî van gelan ji ber polîtîkayên siyasî, ekonomîk û leşkerî yên serweran him komên cihê li ser vê axê bi cih bûne. Hin caran şer û pevçûnê çêbûbe jî, eşîrên Kurd û Ereb, şivanên Asûr, Keldan û Siryan li heman zozanan koçerî kirine û bi hev re jiyane. Ne bi tenê di warê ekonomîk de, di warê civakî û çandî de jî di nav danûstendinê bûne. Li hemberî siyaseta serwera a ku gelan bera ber hev ddie, şênberiya neteweya demokratîk û bingehên xurt ên jiyana bi hev re, di dîroka gelên Bakurê Sûriyeyê û avadaniya civakî û çandî tê dîtin. Bi taybetî li Kobanê, Serêkaniyê, Girê Spî, Tirbespiyê, Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê û Til Temirê bi sedan salan bi awayekî xwezayî bi feraseta ‘neteweya demokratîk’ dijîn. Kurdên Êzidî û Misilman, gelên Ereb, Xirîstiyan, Siryan, Asûr, Tirkmen û Çerkez avadaniya xwezayî ya pergala Xweseriya Demokratîk a li Rojava ava dikin.

KONFEDERASYONÊN KU ŞOPA ÇANDA ÎŞTARÊ LI SER WAN HEYE

Di dûmahîka şoreşa neolotîkê de li Mezopotamyaya Jorîn konfederasyonên eşîr û qebîleyan tên avakirin. Beriya Zayînê di salên 3 hezarî de Hûrî, Beriya Zayînê di salên 1500-1200’î de Mîtannî, Beriya Zayînê di salên 1200-800’î de Naîrî û Beriya Zayînê di salên 163 û Piştî Zayînê 640’an de konfederasyona Kommagene tê avakirin. Di van konfederasyonan de şopên çand û baweriya xwedawendan tên dîtin. Kurd, Asûr, Sirtan û Keldan Îştar û Înanna wekî parçeyekî dîroka xwe dibînin. Îştar wekî dûmahîka çanda xwedawendiyê li Mûsûlê wekî Semîramîs, li Palmîrayê wekî Zenûbya, wekî Pûdûhepayê jî li Efrînê derdikeve holê. Li cihên wekî Til Xelef, Girê Fexêriyê, Orkêş, Girê Endarê, Girê Sor, Kobanê û Şêranê rastî peyker û sembolên Îştarê tê dîtin. Li vê derê li ser van sembolên li ser esasê hêz û parastinê, Îştar heta serdema Hîtît, Asûr û Aramiyan li hemberî êrîşan çanda xwe diparêze. Li ser vê axê wekî dûmahîka çanda Îştarê peyker, sembol, mohr, nivîs û wêneyên Sawûşka, Hûdena, Îşhara, Girgamêş, Kûbaba, Nîkkal û Allanî tên dîtin. Daneyên li Girê Mozan ê Amûdê diyar dike ku çanda neolotîk roleke xwe ya girîng heye.

DÛMAHÎKA XWEDAWENDÊN KU LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE

Hûrî Beriya Zayînê di salên 6 hezarî de konfederasyoneke wisa ne ku, çanda neolotîkî didomînin. Li gorî daneyên etnolojîk Hûrî kalikên Kurdan e.Hûrî li hemberî Sumer, Babîl û Asûriyan berxwedanên xurt dikin. Orkêş ya ku paytexta Hûriyan de li hemberî Akadiyan li ber xwe didin. Dema ku împaratorê Akadan Naram Sîn bajarên Hûriyan dagir dike bi tenê Orkêş dikare serxwebûn û yekîtiya xwe biparêze. Piştre di navbera Akad û Orkêşê peymanek tê îmzekirin. Lê piştî 700 salan Orkêş qels dibe û hildiweşe. Daneyên li Til Xelef, Girê Fexêriyê û Orkêşê diyar dike ku li hemberî jinê hurmeteke mezin heye. Li van deran şopên hevserokatiyê tê dîtin. Prensesa Mîtaniyan Nefertîtî têkiliyê bi fîrewnê Misirê datîne. Nefertîtî a ku prensesa Waşokanî ye, piştî mirina hevjînê xwe dibe fîrewna yekemîn. Di serê sedsala 21’emîn de dîsa şaristaniya bi dewlet van deran aîdî serdema neolîtîkê dagir dike. DAÎŞ, El Nusra û dewleta Tirk êrîş dikin. Mûsûl a ku mekanê Semîramîs e, Minbîc a ku mekanê Atargatîs e, Şengal, Til Xelef, Kûbaba ya ku xwedawenda şaristaniya Girgamêş e û Kobanê dibin hedefa êrîşan.

DI DÎROKÊ DE ÊRÎŞÊN DAGIRKER QET NESEKINÎN

Sumer (BZ 3000-2000), Akad (BZ 2000-1600), Asûr (BZ 1300-612), Pers (BZ 550-330), Sefera Îskender (BZ 331), dagirkeriya Helen (BZ 301-64), Roma (BZ 64-PZ 395), Sasanî (253-298), Bîzans (395-632), seferên Îslamî yên xelîfeyên Emewî (632-750), Ebbasî (750-1258), Seferên Xaçperestan (1147-1149), Moxol (1260), dagirkeriya Osmaniyan (1517-1918) û serweriya Fransayê (1918-1946) li ser axa Mezopotamyaya Jorîn êrîş û dagirkerî kirine. Bi qirkirin, mêtingerî, asîmîlasyon, koçkirin, talan tecawizê hêzên desthilatdar ziman, çand û baweriya xwe li ser gelan ferz kirine. Şoreşa Rojava ya ku pergaleke konfederal a demokratîk îfade dike li hemberî van dagirkerî û qirkirinan bi şerê li dijî DAÎŞ’ê re alternatîfeke xurt derxist holê.

LI HEMBERÎ XETA ALTAXIYÊ XETA AZADÎXWAZ

Hêzên dagirker ji bo ku lêgerîna azadiyê ya gelên berxwedêr bişkîne, bi qetlîam, qirkirin, guherandina demografiyê, parçekirina gelan û bi koçkirinê xwestin encamekê bistînin. Ji bo vê jî dîn, mezhep û nijadperestî bûn amûra sereke ya hêzên hegemon. Qirkirinên jinan bûn teyisandia îdeolojiya wan a zayendparêz. Hêzên dagirker ji bo hêza berxwedanê ya eşîran bişkîne, serokeşîr xistin dewrê. Farisan pergala axatiyê, Osmaniyan begîtî, terîqetên wekî Neqşîbendî şêxîtî, hêzên emperyal ên wekî Fransa û Îngîltereyê jî pergala muxtariyê ava kirin. Bi vê re karakterê desthilatparêz ê dewletê di nav civakê de bi cih bû. Rejîma Baas bi rêya sîxuran xwest civaka Kurdan û serokeşîran têxin bin bandora xwe. Lê Rojava di serî de li her parçeyekî Kurdistanê li hemberî vê xeta altaxiyê çanda berxwedanê girêdayîna nirxên neteweyî yên çandî her dem li pêş bû. Ev polîtîka heta êrîşên li ser Efrînê yên di 20’ê Çileya 2018’an de careke din derket holê û a niha li ser hemû Rojava dagirkerî heye.

BERXWEDANÊN KU HATIN TEPISANDIN NEKARÎN LÊGERÎNA MAFAN JI HOLÊ RAKE

Piştî şerê cîhanê yê yêkemîn bi peymana Lozanê ya di sala 1923’an de, di sala 1920’an de Qoçgirî, di sala 1925’an de Serhildana Şêx Seîd di serî de serhildanên Kurdan hatin tepisandin. Ev jî nebû sedem ku lêgerîna Kurdan a mafên xwe yên demokratîk were sekinandin. Piştî van serhildanan gelek ronakbîr û pêşeng çûn Rojava. Nûrî Dêrsimî, Osman Sebrî, endamên malbata Bedirxaniyan û malbata Haco Axa jî çûn Rojava. Beg û ronakbîrên Kurdan li Rojava û Lubnanê Xoybûn ava kirin û hewl dan piştgiriyê bidin berxwedanên li Bakurê Kurdistanê. Di navbera salên 1920 û 1940’an de li Rojava di warê çand, huner û wêjeyê de xebatên girîng hatin kirin. Cegerxwîn, Baqî Xido, Mihemed Şêxo, Rewşen, Celat û Kamûran Bedirxan têkoşîna xwe domandin. Ev ronakbîr di dîroka Kurdan de cihekî wan ê taybet heye.

XWESTIN GELAN BERA BER HEV BIDIN

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn hin eşîrên Kurd ên li herêmê ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Fransayê re xurt bikin hin gav avêtin. Eşîrên Kurd bi hêviya ku wê piştgiriyê bidin wan xwe nêzî Fransayê kirin. Eşîrên Kurd di navbera salên 1936-1939’an de avadaniyeke hevpar a Kurd û Xirîstiyan ava kirin û xweserî xwestin. Haco Axa, berpirsê dêra Katolîk a Siryanan Hanna Habbe û Mîchel Dome yê ji şaredariya Qamişloyê pêşengtiya vî tiştî kirin. Di sala 1936’an de ji ber greveke ji bo serxwebûna Sûriyeyê di navbera Sûriye û Fransayê peymaneke nû hate îmzekirin. Piştre nijadperestên Ereb bi hêzên xwe yên taybet êrîşek kirin. Di heman salan de bi kampanyayeke li Cizîrê diyar kirin ku divê yekîtiya di navbera gelên Kurd û Xirîstiyan de ji holê were rakirin. Bi vî awayî di Tebaxa 1937’an de li Amûdê êrîşî taxa Xirîstiyanan hate kirin û Fransayê ev tişt kir hinceta bomberdûmankirinê.

Hin beg û eşîrên Kurd xwestin xwe nêzî Fransayê bikin jî eşîrên mezin ên Kurd dûrî serweriya Fransayê sekinînin. Ev eşîrên li dijî serweriya Fransa û Tirkan in, têkiliyên wan ên xurt bi gelên cihên yên li Bakurê Sûriyeyê hene. Yek ji van jî Elî Axa Zilfo, Qedrî Can, gelek Kurdên li taxên Kurdan li dijî mêtingeriya Fransayê di bin banê Hayy al Ekrad a li Şamê li ber xwe dan. Mêtingeriya Fransayê 13 berxwedêrên di nav Hayy al-Akrad bi dar ve kir. Ev kes endamên eşîrên mezin ên Berazî, Millî û Rişwanî bûn. Ligel vê berxwedanê di sala 1946’an de maf û nasnameya Kurdan nehate dayîn. Piştî avakirina komarên Misir û Sûriyeyê, di sala 1958’an de rejîma Beasê hate li ser desthilatdariyê nijadperestiya Ereban berê xwe dan Kurdan. Hebûna Kurdan di qeydên dewletê de hate înkarkirin. Bi taybetî li herêma Cizîrê Kurd ji mafên xwe yên nasname û hemwelatiyê mehrûm hate xistin.

DEV JI ÇARESERIYÊ BERNEDAN

Di sala 1957’an de Partiya Demokratîk a Kurdistanê şaxa Sûriyeyê tê avakirin û ev yekemîn partiya Kurdan e ku li Sûriyeyê tê avakirin. Di sala 1959’an de êrîş KDP’ê tê kirin. 150 kadroyên KDP’ê tên girtin. Êşkenceyên giran li Kurdan tê kirin. Di navbera rêveberiya partiyê de jî nakokî dest pê dike. Kêşe û nakokiyên di navbera partiyên li Başûrê Kurdistanê bandorê li ser partiyên siyasî yên li Rojava jî kir. Ji ber nêziktêdayinên eşîr û malbatî bi dehan partiyên biçûk hatin avakirin. Ev partî nebûn îradeyeke siyasî. Di sala 1975’an de dema Mele Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê derbe xwar, vî tiştî bandor li ser Rojava jî kir. Gelek kesan xwe ji siyasetê vekişandin. Di sala 1979’an de dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çû Kobanê û Sûriyeyê hêviyên gelê Kurd ji nû ve zindî bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salan li Rojava û Sûriyeyê ma û bingeha têkoşîna azadiyê li vê derê amade kir.

KEMBERA EREBAN DI NAVBERA GELAN DE NABE ASTENG

Hêzên dagirker dîsa jî nekarin têkiliyên di navbera gelan de rakin. Carinan hin şikestin û biyanîbûn çêbibe jî dev ji berxwedanê nehate berdan. Hin eşîrên Kurd û Ereb li hemberî dagirkeriya Osmanî û Fransayê têkoşiyan. Di salên 1920-21’an de bi pêşengiya Îbrahîm Hanano Ereb, Kurd, Elewî û Durzî li Çiyayê Zeviyê û Helebê li hemberî mêtingeriya Fransayê serhildaneke hevpar kirin. Ji ber vê têkoşîna hevpar artêşa Fransayê ji Bakurê Sûriyeyê derket.

Di sala 1963’an de dewleta Sûriyeyê di çarçoveya Kembera Ereban de Erebên gundî yên ku gundê wan di bin bendava Feratê de man li herêma Cizîrê bi cih kir. Hikumeta Beas xwest her du aliyan bera ber hev ibde. Lê parvekirina çandî û civakî ya di navbera gelan de bi rêjeyeke bilind domiya.

Li gundan Kurd û Ereb bi her du zimanan dizanin. Vê berxwedana hevpar a ku li hemberî faşîzma DAÎŞ’ê pêk hat li ser vî zemînî ava bû. Di salên 1980’an de dewleta Sûriyeyê ji bo ku gelê Asûr û Siryan bide koçkirin hin polîtîkayên taybet xist meriyetê. Ji aliyekî ve li ser wan asîmîlasyona meşand û ji aliyê din ve jî dewleta Tirk li ser Çemê Xabûrê bendav çêkir û erdên wan ên çandiniyê ziwa kir.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dema ku dewleta Tirk li dijî Efrînê dagirkerî da destpêkrin gelên Kurd, Ereb û Asûr çalakiyên hevpar li dar xistin û li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku wê xweseriya demokratîk ji holê neyê rakirin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de careke din gelên Rojava bûn hedefa êrîşan. Herî dawîn eşîrên Ereb bi 50 hezar şervanan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin QSD’ê. Gelên ku di bin banê YPG û YPJ’ê de tevlî nav şerê li dijî DAÎŞ’ê bûn, gelek caran diyar kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin.