Qada şerê du xetan: Rojava – I

Şoreşa Rojava ya ku bûye hedefa êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên hêzên hegemonîk, li ser çavkaniyên dîrokî û sosyolojîk ên du xetan e.

Şoreşa Rojava a ku xwe dispêre yekîtiya gelan û azadiya jinan, çawa ku karakterê xwe yê demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz diyar dike, di heman demê de alternatîfeke nû jî pêşkêş dike. Ji ber vê jî ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên dagirkerî û qirkirinê didome. Ev êrîş di heman demê de tê wateya nûkirina bîra dîrokî, sosyolojîk û şerê di navbera hêzên xwedî dewlet û hêzên şaristaniya demokratîk.

Mezopotamyaya Jorîn a ku dergûşa şaristaniyê ye û di navbera çemên Dîcle û Feratê ye û bi navê Kevana Zêrîn an jî Bêt Nehrên tê zanîn ango Rojavayê Kurdistanê careke din bûye hedefa êrîşên dagirkerî û qirkirinê. Hêzên hegemonîk ji nakokiyên di navbera gel, bawerî û mezheban sûdê werdigirin û bi rayeya ku dane Tirkiyeyê ji 9’ê Cotmehê û vir ve Serêkaniyê û Girê Spî di serî de, êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin.

Li hemberî van hêzên ku dixwazin Kurdistanê bikin navenda Şerê Cîhanê yê 3’emîn û di navbera Kurd-Tirk û Kurd-Ereban de şer çêbikin û gelan bera ber hev bidin, ji nû ve nexşeya Rojhilata Navîn xêz bikin, gelên Rojava bi zanebûneke konfederal li ber xwe didin. Akademiya Jineolojiyê derbarê bingehên dîrokî, sosyolojîk û çandî yên Şoreşa Rojava lêkolînek kiribû. Kurteya vê lêkolînê di vê dosyeyê de heye.

Hêzên hegemonîk ên navendî yên mêtinger û dagirker, di navbera gel, bawerî û çandan de cudakariyê dike û bi qetilkirina jinan dixwaze hebûna xwe bidomîne. Ev pergal dijminê jinan e û her roj bi dehan jinan qetil dike. Şoreşa Rojava ya ku xwe dispêre pergala konfederalîzma demokratîk a ku bingeha wê paradîgmaya demokrîk, ekolojîk û azadiya jinan e, tê wateya avakirina pergala ku van polîtîkayan pûç dike û alternatîfekê pêşkêş dike. Şoreşa Roja şoreşeke jinan e û bi projeya xwe ya neteweya demokratîk ji zû ve di nav têkoşîna azadiyê ya gel û jinan cihê xwe girtiye. Lê hêza hegemonîk a navendî ya ku di 9’ê Cotmehê de rayeyeke xurt daye Tirkiyeyê, li pêş çavê cîhanê bi qirkirin û dagirkeriyê hewl dide vê pergalê tune bike. Li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaneke mezin tê kirin.

ÇIMA 9’Ê COTMEHÊ?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku diyar dike dîrok li ser du xetên şaristaniyên bi dewlet û şaristaniyên neteweya demokratîk dimeşe, di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hatibû derxistin. Ji bo çareseriya demokratîk a doza Kurdan li rêyan geriya. Herî dawîn bi piştgiriya hêzên navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan diyar dike ku armanca komployê afirandina şerê Kurd û Tirkan bû û pê re jî şerê cîhanê yê 3’emîn were destpêkirin. Ocalan bal kişand ser girîngiya avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk a ku xwe dispêre biratiya gelan û azadiya jinan. Bi parêznameyên di pêvajoya Îmraliyê de planên hêzên hegemonîk pûç kir. Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û xwe dispêre azadiya jinan, diyar kir ku avakirina pergaleke ku xwe dispêre hêza xweser a gelan pêkan e û bal kişand ser vî tiştî ku bingehên 12 hezar salan ên vî tiştî hene. Gelên Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gotin Şoreşa Rojava şoreşe jinan e û rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava kir.

Ji bo êrîşên dagirker 9’ê Cotmehê hate hilbijartin. Ev jî tê wateya dijminatiya hêzên şaristaniya bi dewlet a li dijî hêzên şaristaniya demokratîk. 9’ê Cotmeha 1967’an salvegera şehadeta Che Guevera ye yê ku pêşengtî ji şoreşa Emerîkaya Latîn re kir û di heman demê de di 9’ê Cotmehê de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hate destpêkirin. Di heman demê de Ocalan di 15’ê Sibata 1925’an de teslîmî Tirkiyeyê hate kirin û ev jî roja salvegera girtina pêşengê Kurd Şêx Seîd e. Ev jî diyar dike ku di paşxaneya van êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çi heye.

QETILKIRINA HEVRÎN XELEF

Şoreşa Rojava ya ku pergala konfederal a demokratîk lê ava bûye û azadiya jinan lê derketiye holê, kadroyên xwe yên pêşeng jî ava kir. Çeteyên Tirkan di 12’ê Cotmehê de Hevrîn Xelef qetil kiribû. Xelef jî bi jiyan û têkoşîna xwe bûbû yek ji kadroya pêşeng a ku karakterê şoreşê li ba wê zindî bû. Hevrîn Xelef Hevseroka Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê bû. Jiyana xwe li ser azadiya jinan ava kiribû û bi çanda Til Xelef mezin bûbû ya ku mekanê şoreşa jinan a yekemîn e.

NAVNÎŞANA BÎRA DÎROKÎ

Li Rojavayê Kurdistanê bi giştî 14 hezar gir hene. Di her tebeqeyeke van giran de nirxên dîrokî, çandî û şaristaniyê yên 12 hezar salan heye. Ev gir ji ber êrîş û karesetan tên terikandin. Gelê li vê derê gelek caran neçar mane koç bikin jî di her tebeqeya giran de jiyan, gund û bajaran ava dikin. Îro li ser giran goristan hene. Ev goristan di sedsalên 19’emîn û 20’emîn de hatine çêkirin lê tê zanîn ku li van deran şaristaniya demokratîk û damarên berxwedanê tên parastin. Bİ hezaran gund, îbadetxane û bajar li Kevana Zêrîn di navbera çemên Dîcle, Xabûr, Firat û Avrînê de tên avakirin.

Serdema yekemîn a Neolotîkê ya di navbera Beriya Zayînê 11.500 û 10.00’an de li Mezopotamyaya Jor ava dibe. Ji kerpîçan malên gilover ên biçûk tên avakirin, çandinî tê kirin, gund tên avakirin, seramîk tên kirin. Li ser yekîtî û wekheviya têgehên dualî yên wekî jiyan û mirin, ruh û beden, cîhan û dinya, xweza û mirovayetî jiyanek tê avakirin. Qadên gundan ên hevpar ên ku nîşaneke jiyaneke komunal e, ked û hilberîn bi hevkarî tên kirin. Til Mureybet, Ebû Hureyra, Til Halûla û Girê Sor mînakên şoreşa Neolîtîkê ne. Di sedsala 20’emîn de ev cihên qedîm ji aliyê rejîma Sûriyeyê di bin bendavên Tişrîn û Tebqayê tên hiştin. Li Girê Endarê û Cindirêsê yê Efrînê, li Çemê Xalan a Erxeniya Amedê, Newala Çorî û Xerabreşka li Rihayê û li gelek cihên li Anatoliya Navîn, Behra Spî, Filîstîn û Sûriyeyê nîşaneyên serdema neolotîk hene.

DERGÛŞA NEOLOTÎKÊ: TIL XELEF

Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Serêkaniyê bûye dergûşa çanda Til Xelef a ku li Mezopotamyaya Jor di navbera Beriya Zayînê 6000 û 5300’î de bû. Rejîma Sûriyeyê û Tirkiyeyê navê Serêkaniyê guherandin. Lê di çavkaniyên dîrokî de navê wê Waşokanî, Aşûkanî û Kanîya Xezalan e. Girê Fexêriyê jî li Waşokanî heye. Li vir jî nîşanên çanda neolotîk heye. Li vî girî çil kanî hene û hemû taybetiyên Kevana Zêrîn li vê derê hene. Di serdema Bronz de, wekî cihê xwedawenda hewayê Hadad û xwedawend Şala tê diyarkirin. Di sedsala 2’emîn a Beriya Zayînê de Waşokanî, paytexta Împaratoriya Mîtannî ye. Lê di dawiya sedsalê de ji ber êrîşên Hîtît û Asûran, Mîtannî van deran ji Asûran re dihêlin. Di nivîsên Aramî û Asûrî de tê diyarkirin ku Hadad şahê Xabûr, Gozana, Serêkanî û Azranê ye. Li vê herêmê eşîrên Milan û Kîkan xurt in. Serêkaniyê dibe sembola yekîtiya van eşîran.

Dewleta Tirk û çeteyên wê beriya gelek cihan êrîşî gundê Til Xelef kir ê ku di nav sînorê Serêkaniyê de ye. Til Xelef li ser axeke dewlemend hatiye avakirin û xwe dispêre çanda hilberîn û çandiniyê. Tevî peykerên xwedawendan, dîzik û seramîk hatineçêkirin, mohrên çanda xwedawendan hene û ev jî diyar dike ku çanda jinan li ser aborî û hilberînê diyarker e. Bi çanda Til Xelef re, li ser Kevana Zêrîn di navbera gelan de têkilî hatiye danîn, gund û bajar hatine avakirin.

Di qeydên dîrokê de ev der bi navê Çanda Til Xelef heye ku şoreşa jinan a yekemîn li vir hatiye kirin. Çanda Til Xelef a ku jê re tê gotin şoreşa çandinî û gundan, bi derxistina sifirê re jê re dibêjin serdema sifir. Li ser seramîkan neqş tên kirin, peykerên jinan, wêneyên roj, heyv, stêrk û heywanan tên neqişandin. Bivirê dudev ê bi navê Labry him sembola Îştar û him jî sembola Amazonan e. Li ser bedena jinan jî gelek peyker hene.

Di navbera salên 5000-4000 ên Beriya Zayînê de li Mezopotamyaya Jêr çanda El Ubeyd bi pêşengiya Urukan ava dibe. Ev çand xwe dispêre pergala bi dewlet, mêrsalar û desthilatdar. Di navbera vê çandê û çanda Til Xelef de nakokî çêdibe. Çanda Til Xelef, demeke dirêj li hemberî çanda El Ubeyd û Urukê xwe diparêze û tevlî şaristaniya bi dewlet nabe. Çanda Til Xelef piştî salên 4500 ên Beriya Zayinê bi paş dikeve û di gelek çavkaniyan de tê diyarkirin ku bûye hedefa El Ubeyd û dewleta rahîban a Sumerê.

MALOVANTÎ JI ÇANDÊN CIHÊ RE TÊ KIRIN

Çanda Til Xelefê piştî serdema Neolotîkî malovantiyê ji şaristaniyên cihê re dike. Di sedsala 10’emîn a Beriya Zayinê de Aram Gûzana Bît Bachîaniyê ava dikin. Ligel ku di serdema Aramiyan de şaristaniya bi dewlet bi pêş dikeve, bandora çanda jinan balê dikişîne. Deriyê qesra şahê Kabatra bi peykerên Îştar û Hadadê tê xemilandin. Li ser van peykena şêr û tac hene, ev jî tê wateya hêzê. Di kolandinan de gelek peykerên jin û malan tên ditîn. Ev peyker ji aliyê arkeologê Elman Max Oppenheîmer ve di salên 1911 û 1913’an de ji bin axê tê derxistin û dibin Berlîna Elmanyayê. Hin şîrove tên kirin ku peykerek heye ku jin û mêrek li ser textekî ne. Tê diyarkirin ku vî peykerê ji sedsala 8-7’emîn a Beriya Zayinê maye, hevserokatiyê temsîl dike. Di salên 808 ên Beriya Zayine de peykerekî jina bi navê Belessa-Pîlakkû tê dîtin. Tê diyarkirin ku ber bi dawiya salên sedsala 1’emîn a Beriya Zayinê gundê Til Xelef tê terikandin û derbasî gundê Fexeriyê tê kirin.

Gundê Til Xelef di salên 1970’î de tê avakirin. Bi siyaseta Kembera Ereban re, rejîma Beas cotkarên Ereb li herêmê bi cih dike. Lêkolînên arkeolojîk ên li vê derê ji aliyê zanîngehên Sûriye û Elman tê kirin. Li qadê gelek berhemên dîrokî tên derxistin. Tê diyarkirin ku zêr birine Reqayê, lê çavkaniyên nivîskî û tablet birine Elmanyayê.

TIL MUREYBAT

Di navbera salên 10.200 û 8000 ên Beriya Zayinê de li vê derê çandinî hatiye kirin û heywan hatine kedîkirin. Di sala 8000 a Beriya Zayinê de Til Mureybet bi nifûsa xwe ya 500 kesan yek ji bajarê herî mezin ê cîhanê bûye. Tê diyarkirin ku bi bajêr re çand bi pêş ketiye, xebat hatine parvekirin û parvekirinên ekonomîk, fikrî û çandî di asta herî bilind de bûye.

GIRÊ SOR

Girê Sor yek ji navenda çanda Neolotîk e û li Kobanê li ber ava Firatê ye. Hîtîtan jê re digotin Mazûwarî, Aramî jê re digotin Til Barsîp û Ereb jî jê re digotin Til Ahmar. Tê diyarkirin ku di navbera salên 9200 û 8700 ên Beriya Zayinê li Girê Sor xaniyê gilover û çarqorzî yên ji keviran hatine lêkirin. Ji wêneyên dîwaran, neqşên li ser malan û heykelan tê dîtin ku jiyaneke komunal heye. Arkeologê Fransiz Danîelle Stordeûr diyar dike ku gelên Girê Sor tevlî îbadetên li Xerabreşkê bûne. Ev jî tê wateya ku ev gel 200 kîlometreyan meşiyaye. Daneyên li Xerabreşkê diyar dike ku ev der bûye navenda mirovayetiyê. Vê avadaniya ku ji kevirên mezin hatine çêkirin, tê diyarkirin ku di salên 10.500 ên Beriya Zayinê de bi pisporî, hêz û îradeyeke kolektîf hatiye avakirin. Tê texmînkirin ku ev avadanî cihê îbadet û merasîmê ye û di jiyana Kevana Zêrîn de cihekî wê yê girîng heye. Dane derketine holê ku hemû gundên li herêmê hatine Xerabreşkê û li vir îbadet kirine. Tê diyarkirin ku Beriya Zayinê di salên 7500’î de Xerabreşk tê terikandin û di bin axê de dimîne. Di sedsala 5’emîn a Beriya Zayinê de li Girê Sor ji nû ve ava dibe û şopên çanda El Ubeyd tê dîtin.

Di serdema Hîtîtan de ji Girê Sor re dibêjin Mazûwarî û tê diyarkirin ku navendeke ekonomî û baweriyê ye. Îbadetxaneyên Îştar û Hadadê jî li vê derê ye. Di îbadetxaneya Îştar de şer û parastin li pêş e û ev tişt wekî sembola Mezopotamyayê cihê xwe digire. Peykerên li vê derê direvînin Muzeya Loûvreyê ya Fransayê. Di çavkaniyên dîrokê de navê Til Barsip ê Aramî tê bikaranîn û ev der demekê dibe paytexta Aramiyan. Di sedsala 20’emîn de gelek peyker tên derxistin û van peykeran dibin Fransa û Belçîkayê. Ji ber polîtîkayên Kembera Ereban Girê Sor di sala 1999’an de di bin bendava Tişrînê de tê hiştin.

TIL HALÛLA

Li nêzî Minbîcê ye û şopên serdema Neolotîkê lê heye. Di navbera salên 7750 û 6780 ên Beriya Zayinê de Til Halûla li ser qadeke 8 hektar bajarekî gelekî mezin e. Di sala 1991’an de di kolandinên arkeolojîk de, gelek mal, ode û hestiyê 107 kesan tê dîtin. 40 tebeqeyan di bin axê de şopên çanda Til Xelefê tê dîtin.

GIRÊ CINDIRÊSÊ

Li Girê Cindirêsê jî bandora çanda Til Xelef heye. Ev der Firata Rojhilat û Anatoliyê bi hev girê dide. Di bin gir de du îbadetxane û qesreke serdema Bronz hate dîtin. Di heman demê de berhemên Hîtît, Qarqamiş, Asûr, Helen, Roma û Bîzansê jî heye.

ORKÊŞ

Orkêş di dema Hûriyan de navenda siyasî, çand û baweriyê ye. Di salên 3500 ên Beriya Zayînê de jî serdema wê ya herî xurt e. Orkêş li hemberî Împaratoriya Akadan li ber xwe dide. Li Orkêşê çandînî xurt dibe, mal tên avakirin û seramîk tên hilberandin. Ev der îbadetxane ye jî. Ji Mezopotamyaya Jêr heta Behra Spî bazirganî tê kirin.

TIL BERAK

Til Berak (Nagar) ê nêzî Hesekê ye, di qeydên dîrokê de wekî navenda çand û bazirganiyê ya Kevana Zêrîn e. Di salên 5000 ên Beriya Zayinê de yek ji bajarê herî mezin ê herêmê ye. Til Berak tevî Til Xelefê ji bo pêşketina bazirganiya li Bakurê Sûriyeyê roleke wê ya girîng heye. Ji ser vê navendê di navbera Hemokar, Çaxirbazar (Eşnakkûm), Xuera (Harbû), Girê Leylan, Girê Bidêrî (Qehat), Til Bêder (Nabada), Qarqameş, Girê Endarê û Girê Cindirêsê têkiliyên bazirganiyê kirin. Têkiliyên bazirganiyê heta Uruk, Erîdû ya Sumeran, Marî; Nînowa, Mûsûl û Çiyayê Şengalê, heta Botan, Mêrdîn, Nisêbîn, Riha, Dîlok, Semsûr, Meletî, Amed, Wan û Behra Spî diçe.

SIBÊ: Bingehên civakî yên Şoreşa Rojava û êrîşên dagirker