PYNK: Gelê Kurd Serhildana Qamişloyê ji xwe re kir esas
PYNK'ê ragihand ku di bingeha projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Serhildana Qamişloyê heye.
PYNK'ê ragihand ku di bingeha projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Serhildana Qamişloyê heye.
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) îro bi wesîleya salvegera 17`an a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da û soza şopandina rêya şehîdên serhildanê heta pêkanîna hêviyên wan da.
PYNK`ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Sibe salvegera 17`an a Serhildana Qamişloyê ye ku di 12`ê Adara 2004`an de li dar ketiye. Gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet, serhildan ji xwe re kir bingeh û dest bi kar kir. Rejîma Sûriyê hewl da fitneyê di navbera Kurdan û Ereban de derxe û maça di navbera tîma Cîhad û Fituwe ya li Stada Qamişloyê de bi kar anî. Em hemû rewşa wê demê dizanin, bi taybet piştî hilweşandina rejîma Baas a li Iraqê ku pergalên zordest ên li herêmê ji ber wê bi fikar bûn.”
PYNK`ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev yek piştrast kir: “Rejîma Sûriyê bi gefê hesiya, ji ber wê rêbazên xwe yên asayî ji çewisandin û zilmê li dijî gelê Kurd pêk anîn da ku vîna wî bişikîne û wî neçarî teslîmiyetê bike. Lê gelê Kurd îsbat kir ku dikare li hemberî pergala zordest li ber xwe bide. Gelê Kurd tê gihîşt ku komplo li dijî wî tê plankirin, lewra xwe bi rêxistin kir û bi yekrêzî li hemberî wê sekinî. Ji wir serhildana Kurdan li tevahiya herêmên kurdî heta Heleb û Şamê belav bû. Rejîma Sûriyê jî tevahiya rêbazên çewisandinê li dijî wê serhildanê bi kar anîn û bi hezaran girtin, îşkence kirin û kuşt. Li rex wê jî derdora 40 kes şehîd ketin û bi sedan jî birîndar bûn.”
PYNK`ê diyar kir ku Serhildana Qamişloyê gaveke ber bi şoreşa gelê Sûriyê ya Adara 2011`an bû û wiha dewam kir: "Nexasim Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekî wê xwe dispêre serhildana 2004`an e. Berovajî îdiayên rejîmê ku gelê Kurd cudakar e, xwişk û birayên me yên Ereb û pêkhateyên din pê zanî ku gelê Kurd ne dijminê wan in. Ji wê zêdetir pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên din, hişmendiya rejîmê û lîstokên wê nas kirin. Bi hev re dûrê fîtneyên rejîmê xebitîn û Rêveberiya Xweser Demokratîk, saziyên demokratîk ava kirin ku nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê bê cudahî dikin. Her wiha hêzên hevgirtî û bi birêxistinkirî ji bo parastina azadiyê û projeya xwe ya demokratîk ava kirin.”
PYNK`ê şehîdên Sehildana Qamişloyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna hêviyên wan da û wiha dauxyaniya xwe bi dawî kir: “Em bi vê boneyê piştrast dikin ku çewisandin, zordestî, dûrxistina aliyên din, înkarkirina maf û dozên wî ne pêkan e ku bibe çareseriya her pirsgirêkekê. Çareserî bi rêya qebûlkirin, têgihiştin, diyalog û îtîrafkirina bi mafên aliyên din û dozên wan ên rewa pêkan e. Em bang li gelê xwe yê ji tevahiya pêkhateyan dikin ku di vê demê de piştgiriya hev bikin, bi taybet li gel ku rêveberî û projeya me ya demokratîk bûye armanca dijminên gelan û bazirganên şeran.”