PYNK-ENKS'ê daxuyaniyeke hevpar dan

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd û Encûmena Niştimanî ya Kurdên li Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî wiha ye:

"Heyetên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) bi hevdîtina 16'ê Hezîranê re qonaxa destpêkê ya diyaloga ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd temam kirin. Heyetan li ser nêrîneke siyasî ya hevpar li hev kirin û xalên Peymana Duhokê ya 2014'an (Rêveberî, Hevkarî, Ewlekarî û Parastin) weke bingeha hevdîtinên navbera her du heyetan hatine qebûlkirin. Di demeke kurt de wê peymaneke giştî ya nû bê îmzekirin.

Her du heyetan bal kişandine ser hevkarî û yekîtiya Kurdên li Sûriyeyê, bi peyameke mezintir re bûye gava dîrokî ya hevkariya pratîkî ku wê berjewendiyên gelên Sûriyeyê û gelê Kurd biparêze.

Her du heyetan ev gav di oxira şehîdên Rojava de ku li dijî DAÎŞ'ê di têkoşîna bi rûmet de ya bi navê cîhanê canê xwe feda kirin, gaziyan û malbatên wan, ji bo oxira ciwanên Sûriyeyî avêtine.

Ev peymana ku me bi sponsoriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Şêwirmendê DYE'yê yê li nava Koalîsyona Navneteweyî Wîllîam Robak pêk anîn, bûye yekemîn gava dîrokî ya yekîtiya Kurdan. Ji ber însiyatîfa xwe ya ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan a li Sûriyeyê em spasiya Birêz Mazlûm Ebdî dikin. Her wiha ji ber piştgiriya ku dane em spasiya Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî dikin. Her wiha em spasiya DYE'yê dikin ku ji bo avakirina Sûriyeyeke pirreng û demokratîk piştgiriyê dike."