PYNK'ê banga serhildanê li gelê Kurd kir

Partiyên Siyasî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) bang li gelê Kurd kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk dakevin qadan û rabin serhildanê.

Partiyên Siyasî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li dijî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ên li tevahiya Kurdistanê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê daxuayniyek da.

Nûnerên PYNK'ê tevlî çalakiyê bûn ya li pêşiya avahiya PYD'ê ya li Qamişloyê. Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê Ebd El Xenî Omer, bi Erebî jî ji aliyê Xunav Mele ve hate xwendin.

'ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDE BÛN, SIVÎL TÊN QETILKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk ji 16'ê Hezîranê ve dest bi êrişên dagirkeriyê yên berfireh kiriye û hate gotin, "Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd ku bi salên dûr û dirêj bi berdêlên giran bi pêş ve çûye, şerekî berfireh îlan kiriye. Bi êrişên xwe yên li dijî hêzên azadî, demokrasî û aştiyê yên gelê Kurd peyama wê yekê dide ku dixwaze qada dagir kiriye berfireh bike û heta Silêmaniyeyê dagir bike."

'EM BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU LI HER CIHÎ DAKEVIN QADAN'

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin, "Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li dijî êrişên dagirkeriyê dakeve qadan. Her wiha em bang li partiyên siyasî, tevger, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd dikin ku êrişên Tirkiyeyê eşkere bikin û ji tevahiya cîhanê re qala armancên dewleta Tirk bikin."

BANGA LI DEWLETÊN EREB Û EWROPAYÊ

Di daxuyaniyê de bang li gel û dewletên Ereb jî hate kirin ku hay ji armancên dewleta Tirk hebin û bi rengekî cidî meseleyê binirxînin.

Her wiha hate bibîrxistin ku dewleta Tirk bi çekên NATO'yê êrişan dike û hate gotin, "Divê NATO û welatên Yekîtiya Ewropayê polîtîkayên talan û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bi sînor bikin. Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Rojava, Sûriye, Iraq û Lîbyayê ku êrişên li dijî hiqûqê ne bikevin nava liv û tevgerê."