PYD: Yekîtiya Kurdan wê faşîzmê têk bibe

Meclîsa Giştî ya PYD’ê êrîşa duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrû Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir. PYD’ê got: “Yekîtiya Kurd û piştevaniya hêzên demokratîk wê dawiya faşîzmê bîne.”

 Daxuyaniya PYD’ê wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hawayaî berfirhe bere ser Başûrê Kurdistanê, Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), herêmên Bradostê, Zap, Heftenîn û herêmên din. Wekî her tim di mijareke girêdayî gelê Kurd de hemû pîvanên exlaqî û qanûnên navdewletî binpê dike.

Ya ku dewleta Tirk kiriye delîlê bêpareçbûn û bêhêzbûna wê nîşan dide. Dewleta Tirk ji ber şerê ku li Kurdistanê û herêmê dimeşîne di krîzeke aborî de ye. Di hundir de jî li pêşberî berxwedana demokratîk a gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê tengav bûye. Dibîne ku plan û lîstokên wê yên qirêj ên li dijî geêl Kurdî roj bi roj li hemberî berxwedana gelê Kurd li tevahî cîhanê têk diçe. Bi mîna van dijminatiyê dixwaze hebûna xwe sîbat bike, dixwaze ji alîgirên xwe yên hundir re bide xuyakirin ku ew bi hêz e. Lê terorê belav dike û gefan li derve dixwe.

Li aliyekî din jî hewl dide nakokiyan di nava gelê Kurd de biafirîne û hêzên Kurdî bi gef û şantajan bikişîne bi aliyê xwe de. Her wiha nahêle Êzidî vegerin warê xwe û di nav pencên terorê de bimîn ji bo ku tiştên ku DAÎŞ‘ê nedikarin pêkanîn temam bikin. DAÎŞ‘ê hewl da koka Êzidiyan rake lê biser neket. Mexmûr jî li dijî DAÎŞ‘ê sekinî ya xwest ber bi Hewlêrê ve bi pêş de biçe.

Em Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bang li gelê xwe dikin ku ji planên Tirkiyê hişyar bin, li hemberî kiryarên wê yên faşîst ên ku gelê Kurd û çandê wê dike hedef bisekinin. Em bang yekîtiya Kurdî û Kurdistanê ji bo zûtirin demê dikin. Di heman demê de em bang li hêzên demokrastîk ên li tevahî cîhanî û hêzên navdewletî dikin ên ku qanûnên navnetewî îmze kirine dikin ku rêgez û qanûnên pêkanîna ewlehiya navnetewî biparêzin, ji ber faşîzma Tirk bi kiryarên xwe xeteriyeke li ser tevahî civakan û dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê û aştiyê cîhanê tehdîd dike.

Yekîtiya Kurdî û hevgirtina wê ya bi hêzên demokratêk têrê dike ku faşîzmê têk bibe."