PYD: Rojbûna Rêber Ocalan vejîna gelên azadîxwaz e

PYD`ê bi peyamekê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir û got: “Paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevalên wî û kesên azadîxwaz û jiyana birûmet armanc dikin, bû dibistan."

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek da û wek roja vejînê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.

PYD`ê got: “Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi hewcedariya rêveberiyekê bû ku hêviyên wî pêk bîne, êş û rewşa wî û şert û mercên ku tê re derbas dibe, nas bike.”

Serok Apo di 4`ê Nîsana 1949`an de li gundê Amarayê di hemêza malbateke xizan de ji dayik bû. Zarokatî û ciwantiya xwe li ser nirxên gund û gelê xwe borand. Her wiha mîna her ciwanekî Kurd jiya heta ku rastiya gelê xwe nas kir. Êdî bû aşiqê gel û ew guhertina di zîhniyetê û rêxistinkirinê de pêk anî.”

PYD`ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojekê rojbûna xwe pîroz nekir û xeyal nedikir ku gelên Rojhilata Navîn wê vê rojê pîroz bikin, lê piştî dîlgirtinê, ji hevalên xwe xwest ku di vê rojê de ji bo wî daran biçînin.

PYD`ê piştrast kir ku paradîgmaya ku pêk aniye, ji hevalên wî û kesên azadîxwaz û yên jiyaneke birûmet armanc dikir re bû dibistan û wiha domand: “Gelan û civakan bi naskirina vê rastiyê, ji Rêber Abdullah Ocalan re wefadariya xwe nîşan didin, mîna ku Rêber Apo jî bi wan re wefadar e.  Ji ber wê gel rojbûna wî pîroz dikin û piştgiriya xwe pê re rave dikin. Her wiha bang li hêzên cîhanê dikin ku wî serbest berdin.”

PYD`ê di dawiyê de 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.