PYD: Li hemberî êrîş û dagirkeriyê bibin yek

Meclîsa Giştî ya PYD’ê êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê şermezar kir û li hemberî êrîşan banga yekitiyê li Kurdan kir.

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

‘ÊRÎŞ DIGIHÊJE ASTA QIRIKIRINÊ‘

Meclîsa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku ji aliyê dewletên herêmî ve kompoloyek plankirî û hevbeş ketiye dewrê de û got: “Di serî de dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Kazimî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) komployeke plankirî ya hevbeş heye ku nîşaneyên wê aşkera ne. Artêşa Iraqê ji duh êvarî ve êrîşeke berfireh li ser civaka Êzidî ya Şengalê pêk tîne. Ev şerê ku hikûmeta Iraqê li ser gelê me yê Êzidî yê li Şengalê daye destpêkirin digihêje asta qirkirinê. Civaka Êzidî di hemû pêvajoyên dîrokî de li hemberî hêzên şer û tarî û fikirê tundraw sekinî.“

‘DIVÊ IRAQ ÊRÎŞAN RAWESTÎNE Û LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ JÎ RAWEST E‘

PYD’ê destnîşan kir ku di demên ku dewleta Tirk a dagiker serweriya Iraqê binpê dike, gundên Kurdan topbaran dike û gelê Kurd qir dike, artêşa Iraqê van êrîşên derexlaqî li ser Şengalê pêk tîne. Bi domdarî PYD’ê wiha got: “ Pêwîste Hikûmeta Iraqê ya ku aşkera bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e, girêdana xwe bi komployên dewleta Tirk veke û li hemberî êrîşên wê bisekine, ne ku çeka xwe li hemberî gelê xwe yê ku ji ber qirkirin û fermanan êş kişandine, rake. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ew e ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û projeya demokratîk a ku gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê pejirandine, têk bibe. Her wiha da ku qada dagirkeriya xwe berfireh bike û hegemoniya xwe li ser gelên herêmê ferz bike, di heman demê de ewlehî û aştiya navxweyî ya di navbera gelan de têk bike.“

‘CIVAKA ÊZIDÎ XWE JI ÊRÎŞAN PARAST‘

PYD’ê bibîrxist ku di demên ku artêşên dewletan nedikarîn li hemberî çeteyên DAIŞ‘a terorîst şer bike, civaka Êzidî li hemberî hemû şerên bi armanca tunekirina wê bi lehengî li ber xwe da û wiha pê de çû: “Piştî ewqas êş û azar mafê civaka Êzidî ya aştîxwaz heye ku biryar bide çawa xwe di nav çareseriyên lihevkirî de bi hikûmeta Iraqê re bi rêve bibe, ku hebûn, nasname û serxwebûna civaka Êzidî ya kevnar misoger bike.“

‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BIBIN YEK‘

Di dawiya daxuyaniya xwe de Meclîsa Giştî ya PYD’ê êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê şermezar kir û wiha dawî kir: “Em bang li artêşa Iraqê dikin ku bi lez vê qirkirinê rawestîn e. Her wiha em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk ên rizgariyê yên li tevahî Kurdistanê û derve dikin ku li hemberî vê qirkirinê rawestin. Ji ber ku xeteriyeke mezin li ser hebûn û nasnameya gelê Kurd ê resen li herêmê heye. Dîsan em bang dikin ku li hemberî hemû planên hêzên dagirkerên Kurdistanê, di serî de dagirkeriya Tirk bibin yek."