PYD: Gelan 12’ê Adarê bersiva rejîma Suriyê da

PYD’ê şehîdên 12’ê Adarê bibîr anîn û diyar kir ku serhildan bû wesîleya destpêkirina projeya neteweya demokratîk.

Meclîsa Giştî ya PYD`ê bi boneya salvegera 17`emîn a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

"17 sal li ser Serhildana 12`ê Adarê re derbas bûn. Hewldanên rejîma Baasê ya Sûriyê û derxistina tevliheviyê di navbera Kurd û Erebên bajarê Qamişloyê de ku armanca wê derxistina nakokiyê di navbera pêkhateyan de bû ku nasnameya Kurdî li Rojava û Sûriyê jî tune bike û parçebûnê di navbera gelên Sûriyê de derbixe. Di encama wê de bi dehan Kurd şehîd bûn û bi sedan di jêrzemînên saziyên ewlehiyê de hatin girtin.

Di salvegera 17`emîn a Serhildana Qamişloyê de gelê Kurd rabû ku zilma li ser xwe rake. Çirûska serhildanê rakir ku desthilatê bi dawî bike û tirsa standina mafên xwe bişikîne. Em bi rêzdarî wan şehîdan û şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr tînin.

Em wek Meclîsa Giştî ya PYD`ê di salvagera vê êşê de şêwazên ku rejîma Sûriyê bi kar tîne û ji hişmendiya Baasî ya ku bi awayekî tekane dozên nîştimanî çareser dike, şermezar dikin. Bi taybet di vê pêvajoyê de ku Sûriye di nav de derbas dibe û ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve rastî parçebûnê tê. Em tekez dikin ku şêwazên polîsî yên binpêkirinê xizmeta çi projeyên çareseriya demokratîk li Sûriyê nakin.

Em piştrast dikin ku serhildana 12`ê Adara 2004`an li Bakur û Rohilatê Sûriyê bi serkêşiya gelê Kurd destpêkirina pêkanîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû (Ereb, Kurd û Asûr) ku bersiva hewldanên rejîma Sûriyê û siyaseta wê bide. Em destnîşan dikin ku çareseriya li Sûriyê bi diyalogên di navbera hêzên nîştimanî yên li Sûriyeyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve bigihêjin projeyên demokratîk ku tecrûbeya pêkanîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir û destnîşan kir ku ew proje dikare wek çareseriya baştirîn ji bo şerê li Sûriyê were bikaranîn."