PYD: Em ê li ser şopa şehîdan bin

PYD'ê diyar kir ku di her roja meha Gulanê de berxwedaneke destanî heye û ragihand ku ji bo pêkanîna paradîgmaya neteweya demokratîk, jiyana hevpar, wekhevî û azadiyê wê li ser rêya şehîdan bin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya bîranîna şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Civaka me di meha Gulanê de ye ku tê de jinên têkoşer û mêrên berxwedêr ku parastina civak, mirovahiyê û rûmeta wê kirine, şehîd bûbûn. Her wiha di her rojek ji rojên Gulanê de destan û şehadetên dîrokî hebûn, vê mehê sîfeta meha şehîdan hilgirt, jê jî şehadeta hevrê Hakî Karer ku şehadeta wî bû sedema damezirandina tevgera azadiyê ya Kurdistanê ku wê jî rêveçûna dîroka Rojhilata Navîn guhart. Ji bilî wê jî fermandar û rewşenbîr di destpêka sedsala 20'an de der barê parastina gelên Sûriyê û Lubnanê de şehîd bûn û bi hezaran rêça wan nemiran şopand.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD’ê baş dizanin gelê ku erdê xwe bi xwîna şehîdan av nede û ji bo parastina rûmeta xwe tu ked neda be, wê bi hêsanî radestkirinê qebûl bike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêkanîna paradîgmaya neteweya demokratîk, jiyana hevpar, wekhevî û azadiyê wê li ser rêya şehîdan bin.