PYD'ê têkildarî kiryarên Tirkiyeyê daxwaza lêpirsîna navneteweyî kir

PYD'ê têkildarî sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Efrînê dike bang li hêzên navneteweyî kir ku dest bi lêpirsînê bike.

Têkildarî mijarê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji destpêka êrişa dewleta Tirk li dijî Efrînê ve, çete di êrişên xwe de bi kar anîn û tevahî qanûnên exlaqî û rêgezên mirovahiyê binpê kirin, her wiha binesazî, navendên xizmetguzariyê, nexweşxane, cihên pîroz û dîrokî dikin hedef û heta roja îro bêyî tu hesaban hovîtiyê bi kar tînin. Qanûnên şer hene, lê tu rêzdarî li hember van qanûnan nehatin girtin. Saziyên navneteweyî û herêmî gelek sûc belge kirin.

Kiryarên dizîn û revandina zarokan bi hedefa çetekirinê di êrişa dewleta Tirk a li dijî Lîbyayê de hê jî li pêş çavên tevahî cîhanê berdewam in. Her wiha di şerê dawî de cihên ku çeteyên bi navê Hemzat 8 jin li hember dayîna fîdyeyan veşartine, eşkere kirin, bi wê re jî kiryarên van ji yên DAIŞ'ê ne cudatir in. Ji bilî wê jî rojane kuştina jin, kalepîr, guhartina demografiyê û tirkkirina herêmê heye.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bang li aliyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî rewşa Sûriyê, mafên mirovan û edaletê dikin ku bi erkên xwe rabin û dewleta Tirk a dagirker têkildarî sûcên yekser an bi rêya çeteyan dikin, lêpirsîn bikin. Her wiha bang li vekirina lêpirsîneke navneteweyî ji bo belgekirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, dikin. Her wiha bang li cîhanê dikin ku ji bo vegera Efrîn û tevahî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, ji şêniyên wê re bibin piştevan, bi sedan koçberên Efrînê û ji bilî wê bi hêviya vegereke birûmet û ewle ya warên xwe ne, piştî derketina dagirkeriyê."

Efrîn a şêniyên wê ye, wê bibe warekî aştî û biratiya gelan mîna beriya dagirkirinê."