PYD’ê şehîd Şîlan û hevrêyên wê bibîr anî

Meclîsa Giştî ya PYD’ê 15’emîn a şehîdbûna rêveberên partiya xwe Meysa Baqî (Şîlan Baqî) Zekeriya Îbrahîm (Zekeriya), Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hecî Cûma Elî (Ciwan) bibîr anîn.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a daxuyaniyek nivîskî da salvegera 15`mîn a şehadeta endama rêveberiya partiyê Meysa Baqî (Şîlan Baqî), Zekeriya Ibrahîm (Zekeriya), Hikmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) bibîr anîn.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye: “Di van rojan de salvegera 15`mîn a şehadeta 5 berpirsên partiya me li ser destê zaliman li Mûsilê ye ku diçûn qada têkoşînê li Rojava, hevala Şîlan Kobanê û hevalên wê Ciwan, Cemîl, Fûad û Zekeriya û beriya wan Bavê Cûdî, yekemîn şehîdê partiya me ku di bin êşkenceya ewlehiya leşkerî ya Sûriyê de şehîd bû. Ew serkêşên partiya me bûn, serkêşên şehîdên partiya me ne.

Bi hedefgirina serkêşan, partiya me di sala xwe ya yekemîn de bû, dijminan bi vê kiryara xwe hewl dan partiyê bi dawî bikin, lê tiştê ku pêk hat ku şehîd bûn fermandarên têkoşînê û girêdana gel bi serkêşên xwe, bi saya şehîdên xwe partî veguherî partiya gelan ku dikare gel bi rê ve bibe.

Şehîd temenê azadî, serbilindî û rûmeta gelan in, her gelekî ku rastî binpêkirinan hatiye û şehîd dan ji bo xwedî lêderketina rûmet û mafên xwe, dema ku şêniyên gelekî parastina azadî û mafên xwe nekir, rastî binpêkirinê tê û dibe koleyê dijmin. Gelê Kurd di dîroka nû de yê herî rastî dagirkerî û destdirêjiya mafan hatiye, lê şêniyên wê rojekê di parastina rûmeta gel û neteweya xwe de paşve nekişiya. Gelê Sûriyê û tiştê ku ev 8 sal e li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet rastiya rêya partiya me ku ber bi Sûriyeke demokratîk û nenavendî ve dibe, îsbat kir.

Şehîdên me rûmeta me ne û cihê serbilindiya me ne. Şîlan Kobanê û hevalên wê Ciwan, Cemîl, Fûad û Zekeriya fermandarên karwanên şehîdan in ku îro faşîzma Tirkiyê û bermahiyên DAIŞ`ê û çeteyan têk dibin, em ê heta pêkanîna armancên wan tê bikoşin. Em tekez dikin ku her dilopek ji xwîna şehîdan barî, dijmin giran dike, her wiha israra şervanan di rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û demokrasiyê ji hemû pêkhateyên Sûriyê re.”