PYD’ê Şîlan Kobanê û hevrêyê wê bibîr anî

PYD’ê Endama Komîteya Rêveber a Navendî Şîlan Kobanê û hevalên wê yên têkoşînê yên sala 2004’an şehîd bûbûn bibîr anî.

Endama Komîteya Rêveber a Navendî ya PYD’ê Şîlan Kobanê û rêhevalên wê yên têkoşînê Cemîl, Zekeriya, Ciwan û Fûad di 29'ê Mijdara 2004'an de li bajarê Mûsilê hatibûn qetilkirin.

Bi vê boneyê 17’emîn salvegera qetilamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da û diyarkir ku ewê di hafizeyan de nemir bimînin.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) em bi boneya 17’emîn salvegera şehadeta azadîxwazên gelên herêmê û cîhanê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Cemîl, Zekeriya, Ciwan û Fûad bibîr tînin. Ew heval di 29’ê Mijdara sala 2004’an di kemînekê de ji hêla zîhniyeta şovenîst a Baasî û Turan û komeke çeteyan ve li bajarê Mûsilê hatin şehîd xistin.

Em di nava şoreşeke civakî, exlaqî, siyasî û demokratîk de ne, ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî û nenavendî, tevî hewldana hin hêzan ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev proje çareseriya hemû pirsgirêkên gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen û yên din e. Ev proje her wiha çareseriyek giştî ya ji bo peydakirina îstiqrar û dadmendiya civakî ji bo tevahiya Sûriyê û gelê wê ye û ev yek bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gelê me li dijî hemû komplo, plan û terorîstan tê. Rêxistin û hemû lîstokên deshilatdariya Şam û Enqereyê û hewldanên têkbirina mafên me yên rewa û îradeya gel li bakur û rojhilatê Sûriyê, ev komplo çi ji hundir an ji derve bin wê bi ser nekevin. Em teqez dikin ku em amade ne ji diyalogê re bi hemû aliyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya aştiyê û demokrasiyê, bi awayekî ku mafên pêkhateyên gelê me li bakur û rojhilatê Sûryê were misogerkirin.”

Em Partiya Yekîtiya Demokratîk teqez dikin ku şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê dîrokek nû û destaneke nû ya destanên gelê me di dîroka gelan de tomar kir. Ev bîranîn wê di dil û mêjiyê gelê me û nifşên ku heta niha ala azadî û demokrasiyê bilind dikin de nemir bimîne, sekna xwe ya li ser şopandina şopa şehîdan heta pêkanîna xeyalên şehîdên me teqez dikin, di avakirina civakeke exlaqî, demokratîk, pirrengî, nenavendî de, bi piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ku weke modelek ji bo çareseriya Sûriyeya pêşerojê. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk a ku destûrê dide hemû qedexeyan li ser gelê Sûriyeyê, rawestin.”