PYD’ê Îsa Hiso bi bîr anî: Yek ji pêşengê şoreşê bû
PYD’ê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî û got “Ew yek ji pêşengê şoreşê bû.”
PYD’ê şehîd Îsa Hiso bi bîr anî û got “Ew yek ji pêşengê şoreşê bû.”
Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Îsa Hiso bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Îro salvegera 9’an a şehadeta hevrê Îsa Hiso ê ji taxa Kornîş a Qamişloyê ye. Hevrê Îsa Hiso dema di 30’ê Tîrmeha 2013’yan de ji mala xwe derdikeve û li erebeya xwe ya li pêş mala xwe siwar dibe, erebe tê teqandin û di encamê de şehîd dibe.
Şehîd Îsa Hiso tabloyeke yekitiya neteweyî ya giştî ava kir û berxwedan bi xwe re mezin kir.
Şehîd Îsa Hiso yek ji pêşengên şoreşa Rojava bû. Di 2004’an de nûnerê PYD’ê û berpirsên têkiliyên wê yên derve yên giştî bû. Ruxmî destpotiya desthilata navendî ya Şamê û girtina wî ya gelek caran, lê dîsa jî wek nûnerê PYD’ê tev li hilbijartinên parlamentoyê yên Sûriyeyê yên di 2007’an de bû û têkoşîna xwe di nava gelê Kurd de heta şehadeta xwe domand.
Em Meclisa Giştî ya PYD’ê û bi boneya salvegera 9’an a şehadeta hevrê Îsa Hiso soza pêkanîna rêça şehîdan, girêdana bi nirxên welatparêzî, parastina li ser bijarteya berxwedanê û pêkanîna yekitiya neteweyî heta gihandina ber bi civakeke exlaqî-polîtîka û demokratî ve didin. Em teqez dikin ku pêdiviya projeya me ya demokratîk bi fedakariyan heye û şehadeta hevrêyên me israra li ser pêkanîna hemû armancên xwe ne. Tova ku şehîd Îsa Hiso çandiye îro bû dar û bi hezaran berxwedêr û leheng şîn kirin. Berxwedana me nasekine û ji her demê zêdetir em di vê rêyê de bi israr in.
Bi vê boneyê em bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê dikin ku rêveçûnên li ser wî hatine ferzkirin, red bikin û li ser çareseriya krîza Sûriyeyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an israr bikin, guhartineke bingehîn a demokratîk a giştî pêk bînin da ku Sûriyeyeke nenavendî ya demokratîk ava bibe û doza Kurdan çareser bibe."