Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji destpêka krîza Sûriyê ku ji sala 2011'an ve dewam e, dewleta Tirk a dagirker rola herî xirab lîst, weke dewleteke cîran li şûna ku hurmetê ji Sûriyeyê re nîşan bide, dest li karên navxweyî yên Sûriyeyê werda, gelek herêm dagir kir ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Li herêmên dagirkirî kiryarên li dijî hiqûqa mirovî, kukştin, revandina mirovan, girtina jinan, destavêtin, di asta sûcên li dijî mirovahiyê de hatin kirin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Daxuyaniyên dawî yên dewleta Tirk ên li ser vegerandina milyonek koçberên Sûriyeyî dewama polîtîkaya guhertina demografiyê ye, ku li herêmên dagirkirî mirovên xwecihî ji cih û warê xwe tênekirin, cih û warên dîrokî û pîroz têne hilweşandin, bi zorê navê Tirkî li dibistan û qadan tê kirin û cih û warê Kurdan têne tunekirin, demografiya wê têne guhertin. Lê belê ya ku divê were şermezarkirin jî hin dewletên Ereb ên mîna Qatar û Kûweytê ne ku piştgiriya malî dide projeyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk."
Di daxuyaniyê de bi navê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên li herêmê dike bê cezakirin û destûr jê re neyê dayin ku demografiya herêmê biguherîne.
Ji Neteweyên Yekbûyî hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo ji herêmên dagirkirî derkeve û bang li gelên Sûriyeyê jî hate kirin ku li ber projeya dewleta Tirk a xeyalên Mîsakî Mîllî helwestê nîşan bidin.