'PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve'
Gerîlayên YJA Starê Roza Serhed û Rahşan Baran salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve.
Gerîlayên YJA Starê Roza Serhed û Rahşan Baran salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve.
Ji gerîlayên YJA Starê Roza Serhed û Rahşan Baran salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin ku sala 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê hate ragihandin.
Gerîla Roza Serhed bi vegotina keda Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir û got, "Salvegera damezrandina PKK'ê li Rêber Apo û di şexsê şehîd Asya Alî û şehîd Rojger Hêlîn de ku 23'ê Cotmehê çalakiya fedaî kirin, li her kesî pîroz dikim. 27'ê Mijdarê bêguman gelekî girîng e. Vegotina wan kêliyan û bibîranîna kêliyên destpêkê yên biryara damezrandinê gelekî girîng e. Rojeke welê ye ku divê bi tîpên zêrîn derbasî dîrokê bibe. Bi çend gotinan nikaribe bê vegotin jî ji bo gelê Kurd serdemeke dîrokî ye. 27'ê Mijdarê vegotina dîroka Kurdistanê, dîroka Kurd, dîroka jinê bi çavê PKK'ê ye. Rojeke welê ye ku îro ji bo tevahiya gelan bi wate û girîng e.
Di dîroka Kurdistanê de beriya niha kêliyeke bi vî rengî neqewimî bû. Rêber Apo rastî nîşanî gelê Kurd da. Rastiyek bi jinên cîhanê da naskirin. Ev yek tiştekî welê ye ku li cîhanê kêliyên bi vî rengî, demên bi vî rengî zêde neqewimî ye. Tevgera PKK'ê hem ji bo gelê me hem jî ji bo gelên cîhanê timî nûbûn afirandiye. Ji bo xwedîderketina li nirxên mirovahiyê gelek gav avêtiye. Gelek heqîqetên bi sedan salan hatibûn veşartin, nîşan da. Têkildarî jinê, têkildarî gelan, têkildarî Rojhilata Navîn, têkildarî cîhanê... Ji ber vê yekê jî Rêberê me dewlemendiyên welê afirand ku bi çend gotinan nikare bê vegotin.
Piştî şehadeta hevalê Hakî Karer, Rêbertî weke tevgera tolhildanê, tevgera hevrêtiyê partî ava kir. Cîhan tev zane ku PKK tevgereke tolhildanê ye. Rabûna Rêber Apo bi xwe nîşaneya vê yekê ye. Weke tevgera tolhildanê destpê kiriye. Tevgera tolhildanê ya şehîdan û gelê Kurd e. Cîhaneke welê hebû ku navê gelê Kurd jî nebihîstibû. Niha bi saya Rêber Apo her kes bi gelê Kurd zane. Her kes şahidiyê ji têkoşîna gelê Kurd re dike. Ji hevala Sakîne Cansiz heta bi Mazlûm Dogan, şehîd Sara Tolhildan, şehîd Rûken Zelal û gelek hevrêyên fedaî vê mîrateyê dewam dikin. Bingeha tevgera ku Rêber Apo ava kiriye gelekî xurt e, pêşengên wê gelekî xurt in. Weke ku hevalê Çiyager got, dawî wê bêhempa be û em ê bi ser bikevin. Îro vê roja pîroz li gelan hemûyan pîroz dikim."
'EM Ê HÊJAYÎ BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ BIN'
Ji gerîlayên YJA Starê Rahşan Baran jî têkildarî 27'ê Mijdarê bi bîranîna şehîd Asya Alî û şehîd Rojger Hêlîn dest bi nirxandinê kir. Rahşan Baran anî ziman ku PKK'ê ne tenê gelê Kurd gelek tişt da hemû gelên cîhanê û got, "PKK'ê bandoreke gelekî mezin li jinan, li gelên cîhanê kir. Ne tenê gelên cîhanê, divê em jî vê bandorê bibînin. Bi taybetî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bibîne. Divê baş bibîne bê PKK'ê çi da qezençkirin. Bi rabûna li ber operasyonên dagirkeriyê dikare vê bike. Tiştekî ku dewleta Tirk bide gelê me nîne.
Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê çiqasî dagir bike, wê ewqasî jî wan qir bike. Weke jinên ku li van çiyayan têdikoşin, em li dijî mejiyekî qirêj şer dikin. Weke şervanên vê tevgerê, em ê hêjayî berxwedana li Îmraliyê bin. Em ê her tim deyndarê vî gelî, vê demê bin û ji bo dayina vî deynî jî çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber ku em hîn di şer de ne. Rêber Apo xwe feda kir û ji bo azadiya her kesî şer kir. Em jî li vê derê xaka xwe diparêzin û em ê destên dirêjî vê xakê dibin bişikînin. Tenê bi şerê fedaî em dikarin hêjayî vê berxwedanê bibin."