BI DÎMEN

'Ji bo şikandina tecrîdê divê 16'ê Mijdarê em li Kolnê bin'

Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever bal kişand ser girîngiya meşa mezin a li Kolnê ya 16'ê Mijdarê û got, "Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî, divê her kes li wê derê be."

ÇALAKIYA 16'Ê MIJDARÊ

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo meşa 16'ê Mijdarê ku wê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin, amadekarî dewam dikin.

Di çarçoveya amadekariyên meşê de Hevserokên KCDK-E'yê, federasyonên welatan û herêman, pêkhate, tevgerên jin û ciwanan, saziyên baweriyê serdana malbatan, dikandaran kirin, civîn lidar xistin, konser pêk anîn û belavok hatin belavkirin. Ji bo meşa 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê li gel hate kirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Engîn Sever li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Bêguman weke KCDK-E ji bo karibin xwe bigihînin bi milyonan mirovî me bi dirûşma 'Em Rêbertî azad bikin' ev çalakî bi rêxistin kir. Li Elmanyayê ne tenê 16'ê Mijdarê her wiha ji 1'ê Mijdarê û pê ve li tevahiya cîhanê me plansaziyek amade kir ku biçin mala her Kurdekî û silavê Rêbertî bigihînin wan, li ser vî bingehî me kar kir. Dema ku me silavê Rêbertî gihand malbatan, kelecaneke mezin hebû. Piştî 44 mehan agahîwergirtina ji Rêbertî kelecaneke mezin da wan. Bêguman bi vê kelecanê wê li qadan bersivekê bidin. Em li bendê ne ku bi sed hezaran kes bi yek zimanî, bi yek gotinê bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re' li qadan bin. Karekî berfireh heye, karekî mezin ê girseyî heye û ev yek wê bandorê li qadê bike. Her wiha heta kêliya dawî jî divê em karê xwe dewam bikin. Ne tenê li wê derê, li her devera ku Kurd lê ne divê karê ji bo xwedîderketina li Rêbertî hebe. Lewma dubare bikim, karên me dewam dikin û heta roja dawî jî wê bê navber dewam bikin.

Bêguman silavê Rêbertî kelecaneke mezin da me jî. Di nava gelê Kurd de kelecaneke mezin afirand. Lê belê dema ku mirov gotina 'tecrîd dewam dike' ya Rêbertî bînin bîra xwe, divê ji bo şikandina vê tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bigihînin her qadê. Lewma jî em dixwazin bi çalakiya 16'ê Mijdarê re têkoşînê mezin bikin."

Engîn Sever anî ziman ku di çarçoveya karên 17'ê Sibatê de wan çalakiyeke mezin pêk anîn, bi sed hezaran kes daketin qadan û got, "Lê belê dema ku me xwe gihand mirovên nehatin, gelekan ji wan gotin, 'Xwezî ez jî hatibûma'. Ji ber ku her kesên dixwazin di dîroka gelê Kurd de hebin divê wê rojê li wir bin. Yên ku dibêjin, 'Ez neyêm tiiştek nabe' divê teqez bên. Eger em dixwazin tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin, divê her kes li wê derê be.

Weke Hevserokê KCDK-E'yê dixwazim vê yekê bi şênberî bibêjim: Eger hinek neyên, em ê nikaribin vê tecrîdê bişikînin. Dema ku bi sed hezaran, bi milyonan mirovî qad dagirtin, hingî wê tecrîd bişikê. Divê her kes vê fêhm bike. Luksa kesî nîne ku bibêje 'Ez nexweş im, nikarim bêm'. Her kesên xwedî wijdan, exlaq û rûmetê divê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Rûmeta gelê Kurd Rêber Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan e. Azadiya me bi azadiya Rêber Ocalan dibe. Statuya Rojava, berxwedana li dijî qeyûm û desteserkirina şaredariyan a li Bakur, bi azadiya Ocalan dibe. Divê em vê yekê bibîne.

Li ser vê bingehê divê em xwedî li Rêbertî derkevin û 16'ê Mijdarê şert û mercên me çi dibin bila bibin li Kolnê bin. Divê her kes bi vê têgihiştinê tevbigere. Banga me li her kesî ye. Ji zarokên pênc salî heta mirovên extiyar, jin, zarok, ciwan divê her kes bi ruhê seferberiyê 16'ê Mijdarê saet di 10:00 de li Ddeutzer Werft a li Kolnê bin.

Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku vê tecrîdê dikarin bişikînin. Em ê vê tecrîdê bi têkoşîna gelê xwe bişikînin. Bi vê têgihiştinê em bang li gelê xwe dikin ku 16'ê Mijdarê li Kolnê bin."