Piştî sê salan rojek li Girê Spî

Di ser rizgarkirina bajêr re 3 sal derbas bûn. Me jî careke din serdana bajêr kir. Bajar di nava sê salan de ji her alî ve guherî ye.

Berî niha bi sê salan em bi YPG û YPJ re ketin bajarê Girê Spî. Wê rojê ala reş a çeteyên DAÎŞ hatin xwarê û ala YPG'ê hate hildan. Ew roj ji bo her kesî Rojava û bakurê Sûriyayê cudabû; ji ber ku bajarek din ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, bi vê re rêya paytexta DAÎŞ’ê Reqa û Tirkiyê hate birin, her wiha rêya kantona Cezîre û Kobanê vebû.

Li gel ku Girê Spî biçûk e jî girîngiyeke xwe ji bo çeteyên DAÎŞ û Turkiya heb. Mirov dikare bibêje li gorî çavkaniyên wê demê ji me re gotin, peywendiyeke aşkere di deriyê Girê Spî û Turkiyê de hebû. Lewma jî bii rizgarkirina vî bajarî re derbeyeke mezin li çeteyên DAÎŞ’ê hat xistin.

Îro sê sal di ser rizgarkirina vî bajarî re derbas dibin. Em jî careke din çûn nava bajêr, di nav van sê salan de gelek guhartin çêbûne di her milê bajêr de.

Girê Spî yan Til Ebiyed bajarekî pirnetew e. Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen tê de dijîn, em di nav bajar re geriyan, di cil û bergên gelê Girê Spî de nasnameya neteweyan xwe dide der.

Di milê rêveberina bajêr de wek kantonek ser bi xwe tevdigerin. Saziyên xizmeta bajêr û ewlehiya bajêr di nav tevgerê de ne. Hemîd Elebid, Hevserokê Kantona Girê Spî ji me re qala pêşketinên van sê salan dawî kir û got dewleta Tirk rojane dixwaze ser sînor tevleheviyan çêbi; ‘’Ev bû sê sal dewleta Tirk hewl dide ku li bajêr tevlîheviyan çêbike. Li ser sînor çend cotkar kuştin êdî çotkarên me newêrin nêzî sînor bibin, ji ber ku leşkerên Tirk li wan direşînin. Carinan jî bi rêya hucreyên xwe yên razayî di nav bajêr de tevleheviyan dikin.’’

PERWERDE Û DIBISTAN

Tiştê ku li bajarê Girê Spî bala me kişandî perwerde bû. Her dibistanek refên xwe yên cuda hene ango refên ziman û metiriyalên Erebî û Kurdî cuda ne. Li gorî xwestek û neteweyan, şagirt refên xwe hildibjêrin. Van sê salên dawî perwerdehiya dibistanan bi rêk û pêk tê kirin. Berpirsyarê Perwerdehiyê Salih Misî got: ‘’Ji b pêkhatiyên herêmê, me dibistanê xwe li gorî zimanê şagirtan vekirin. Lewma jî me sîstema cudabûna refan anî û heta niha jî ji vê tecrûbeyê me sûd wergir. Ji ber ku Ereb, Kurd û Tirkmen di eynî dibistanê de dixwînin, lê her kes bi zimanê xwe."

Dema ku em li bajêr geriyan me ferq kir û her wiha gel jî got, êdî nasnameyên li bajêr hev qebûl dikin. Ji ber bandora DAÎŞ’ê di navbeyna nasnameyan de dijminahî hatibû çêkirin lê êdî ew tarîtiya ku DAÎŞ’ê li ser civakê ferz kiribû radibe û li Girê Spî pir rengî xwe nîşan dide.