Peymana Civakî mîladeke nû ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê û hemû herêmê modeleke alternatîf e û wê ji bo hemû gelan û jinan bibe mîladeke nû.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsifê anî ziman ku bi Peymana Civakî ya ku duh ket meriyetê ew hem li ser armanca civakeke demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk disekinin û hem jî peyman ji bo hemû herêmê modeleke çareseriyê bi xwe re tîne.

Rêznameya dawî ya Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ji aliyê Meclisa Giştî, Nûnerên Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser û Meclîsên Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve were pejirandin ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser re hate pêşkêşkirin. Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di 91. civîna xwe ya Asayî de Peymana Civakî pejirand. Alîkara Hevserokatiya Meclisa Giştî Fatme Xelîl, Hevserokê Meclîsa Giştî Ferîd Etê û Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveber Gebriyel Şamûn duh bi daxuyaniyeke sê zimanî ragihandin ku Peymana Civakî ji duh ve ketiye meriyetê. Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsifê ji ANF’yê re axivî û pirsên der barê  Peymana Civakî de bersivandin.

A rastî nîqaşên li ser Peymana Civakî di 2014’an de hebûn. Çima hûn li heya îro disekinîn yan jî çima ewqas dirêj bû?

Peymana Civakî cara ewil di 2014’an de li Herêma Cizîrê hatibû pejirandin. Rêveberiya Xweser hê nû hatibû avakirin û hê hin herêm ji DAIŞ’ê nehatibûn rizgarkirin, ji ber wê yekê jî di nava wê de cih nedigirtin. Ji ber vê jî pêwîstî bi jinûvenirxandina vê yekê  hat dîtin ku hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih bigirin. Li ser vî esasî di 2021’an de Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku komîsyonekê ava bike. Komîsyon ji 158 kesan hat avakirin. Ji sedî 50’îyê wan 158 kesan jin bûn. Hemû gel, bawerî, sazî û beş temsîl dikir. Piştre komîsyoneke biçûktir hate hilbijartin û pêşnûme hate amadekirin. Komîsyonê pêşnûme nîqaş kir û piştre ji gel re parve kir. Li 7 kantonan bi gel re hate nîqaşkirin û di encama nêrînên gel de hate dewlemendkirin. Ev nîqaş li gel saziyanjî hatin kirin. Me jî gelek hevdîtinên cuda kirin. Lê belê ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkên ewlehiyê jî çêbûn, ji ber wê jî hin caran em mecbûr diman ku karê vê yekê  bidin sekinandin. Komîsyona Berfireh hefteya borî careke din civiya. Pêşniyarên gel jî esas hatin girtin û çar rojan li ser vê yekê nîqaş hatin kirin. Dema ku hate temamkirin, me pêşkêşî Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Çima pêwîstî bi Peymana Civakî hat dîtin, wê di pergalê de çi guhertin hebin?

Em ji sedî 30’yê xaka Sûriyeyê temsîl dikin. Ji gelek gelan mirov li ser van xakan dijîn. Bi giştî 5 milyon nifûsa me heye. Ji bo jiyana civakî û siyasî hewcehî bi peymaneke hevpar a civakî hebû. Heya niha  gelek kantonan pergalên xwe li gorî peymanên berê  bi rê ve dibir, lê ev pir teng bûn. Peymana Civakî di serî de ji bo ku Rêveberiya Xweser xebatên xwe demokratîktir bike, gelekî girîng e.  Rola meclîsan bi awayekî şênber derket pêş û êdî wê aktîftir bibe. Gel wê di meclîs û pêvajoyên biryargirtinê de xwedî rolên mezintir bibe û kontrol wê di destê gel de be. Êdî wê navendîparêzî, burokrasîtî  û qutbûna ji  gel çênebe. Li ser bingeha rêgezên demokratîk û azadîxwaz wê guhertinên mezin çêbibin.

Peymana Civakî xwe li ser bingeha feraseteke çawa ava dike û xwe dispêre çi?

Xwe dispêre demokrasîya azadiya jinê û jiyana ekolojîk a neteweya demokratîk esas digire. Me hem ji paradîgmaya Rêber Apo û hem jî ji tecrûbeyên peymana demokratîk ên li cîhanê sûd wergirt. Helbet ji mîrasa çandî û civakî ya herêmê jî sûd hate wergirtin. Ev hemû hatin xwendin û lêkolînkirin û ji bo ku civaka me bi adil û demokratîktir bijî me ew yek weke çavkanî  bi kar anîn.

We got Komîsyona Berfireh ji sedî 50’î ji jinan pêk tê. Madeyên diyar ên ku mafên jinan misoger dikin hene?

Misogerkirina mafên jinan di prensîbên giştî, qanûn û azadiyan û sîstema civakî de heye. Her wiha Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava peymanê de bi qanûnî weke beşeke bi dest xist. Jin di nava pergala edaletê de xwe bi awayekî resen birêxistin dike. Jin û mafên wan di hemû madeyên peymanê de bi rengekî berbiçav hatin eşkerekirin û bi madeyên taybet hatin misogerkirin. Ji bo di pêşerojê de Peymana Civakî ya Jinan bê avakirin jî hin madeyên nû li peymanê hatin zêdekirin.

Peymana Civakî ya Jinan bê avakirin jî hin madeyên nû li peymanê hatin zêdekirin. Çima we Peymana Civakî bi şêwazê referandûmê nevugest gel?

Di rastiyê de me xwest di nava gel de bi şêwazekî referandûmê bikin. Lê rewşa siyasî ji vê re dibû asteng. Gelek gef û êrîş hene. Me hem bi gel re gelek civîn kirin hem jî heta roja dawiyê nêrîn wergirtin. Bi hemû xal û bendên xwe yek bi yek hate nîqaşkirin. Yek bi yek hate xwendin û li gorî wê nêrîn hatin wergirtin.

Bi Peymana Civakî re armanca we ya esas çiye?

Armanca me ya esas avakirina civakeke demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk e. Sedemê bingehîn ê krîza Sûriyeyê ya roja îro, nebûna makeqanûneke demokratîk e ku hemû gel û mafan bigire nava xwe. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriyeyê jî, em dixwazin mînakekî ava bikin. Em dixwazin bingehek hebe ku ji bo hemû pirsgirêkên Sûriyeyê makeqanûnek demokratîk ava bike. Em dibêjin ku wê ji Sûriye û bêçaretiya li herêmê re, bibe modeleke alternatîf. Peymana Civakî wê ji hemû gel û jinan re bibe mîladeke nû.