Peyama YNK’ê: Armanca me ya sereke yekitiya neteweyî ye
Di peyama YNK’ê de ev tişt hat gotin, “YNK’ê wê her dem ji bo yekîtî û yekrêziya gelê Kurd piştgirî bide û rol bilîze. Armanca me ya sereke yekîtiya neteweyî ye.”
Di peyama YNK’ê de ev tişt hat gotin, “YNK’ê wê her dem ji bo yekîtî û yekrêziya gelê Kurd piştgirî bide û rol bilîze. Armanca me ya sereke yekîtiya neteweyî ye.”
Di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de peyama serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî hate xwendin. Peyam ji aliyê Emîn Babe Şêx ve hat xwendin.
Peyama YNK’ê ya ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
"Em hêviya serkeftinê ji bo vê konferansê dixwazin û piştevaniya xwe dubare dikin. YNK’Ê bi berdewamî daxwaza yekrêziya gelê Kurd dike û li ser piştgirîkirina tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyeyê berdewam e. Em di wê baweriyê de ne ku aramiya li Sûriyeyê girêdayî aramiya herêmê ye, ji ber vê yekê divê mafên hemû pêkhateyan bên parastin. Armancên me dê bi yekitiya neteweyî û ji hev têgihiştinê pêk werin. Em ji dijwarî û geşedanên li herêmê diqewimin haydar in, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, pêwîst e hemû aliyên siyasî û pêkhateyên etnîk û olî bi hev re ji bo bidestxistina mafên xwe yên kollektîf bisekinin. Aramiya Sûriyeyê bandoreke rasterast li ser aramiya herêmê dike. Yekbûna aliyên siyasî hem ji bo civaka navneteweyî û hem jî ji bo gelê Kurd dibe hêviyek. Divê em hişyar bin li hember hewldanên têkbirina yekitiya gelê Kurd.”