Peyama TEV-DEM’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Wê kedkar herêmê azad bikin

TEV-DEM: Tevî beşên din ên civakê, karkeran di şoreşa îradeya gelan de ya li seranserê herêmê roleke nimûneyî ya girîng lîst. Ruxmî hemû êş û zehmetiyan jî ruhekî tijî îrade, ked û têkoşîn da û destanên lehengane nivîsand.

Bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyamek da.

Di peyama TEV-DEM'ê de ev tişt hate diyarkirin "Bi hatina salvegera 136`an a 1'ê Gulanê re, em cejna hemû karker û kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelên ku li dijî zilm û înkarkirinê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Karker û kedkar beşê herî mezin ê civakî yê berxwedêr e û yê herî fedekar li cîhanê ye ku ji aliyê pergalên kapîtalîst, dewletên hegemonîk ên xwedî berjewendiyên aborî, siyasî yên derexlaqî ve, rastî êş, zulm û înkarkirin hatin. Van pergalan li dijî vê beşê bêyî cudabûna zayend û etnîkan gelek kes kirin qurbanî û ew wekî kole ji bo armancên xwe yên qirêj ên qezenckirinê bi kar anîn.

 Beşê kedkar û karkeran ku bi rêya xwe rêxistinbûna xwe, yekkirina hêza ya fikirî û xweser, gihîşt îradeya azad. Ji bo pêkanîna wekhevî û edaleta civakî, xwepêşandan û çalakiyên protesotoyî yên cîhanî li dar xistin. Ev yek mîna şoreşa li dijî kapîtalîstan bû. Kerkar û kedkaran banga mafê xwe û edaletê kirin da ku bighêjin îradeyeke azad û rewşa jiyanî baş bikin. Bi fedakariyên mezin ên di dirêjahiya 136 salan de dane, xwe bi hêza îradeya xwe ferz kir û ev beş di peyman û qanûnên navneteweyî de hat naskirin û ji bo parastina wan di aliyê qanûnî, hiqûqî û exlaqî de piraniya welatên cîhanê tev li wan peymanan bûn.”

TEV-DEM`ê ji ber astengiyên li pêş kedkarên cîhanê, mixabiniya xwe anî ziman û diyar kir ku ev beş di 1`ê Gulanê de nikare pîrozbahiyên li dar bixe, lê belê rastî astengiyan tê ku digihêje asta pevçûnan.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber mercên zehmet ku sîstema kapîtalîzm a cîhanê tê re derbas dibe ku bûye belayek li ser mirovahiyê. Bi vê yekê û ji ber şer û aloziyên ku civaka navneteweyî ji ber siyasetên sîstemên zordest û komên terorîst jiyan dike, bandoreke mezin li rewşa cîhanê bi giştî dike. Her du jî heman tişt in.”

Gelek welat îdia dikin ku ew parastina mafên karker û kedkaran dikin û di serî de dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî karkeran siyasetên qirêj dimeşîne, bi rêya destgîrkirina di girtîgehan de wan dikuje, bêkarî, ajantî û nezanbûnê li ser civaka Tirkiyê bi temamî ferz dike. Her wiha bi rêya siyaseta şerê taybet, li ser gelê herêmê siyaseta qirkirin û înkarkirinê dimeşîne.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi rola karkeran di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat kirin û wiha pê de çû: “Tevî beşên din ên civakê, karkeran di şoreşa îradeya gelan de ya li seranserê herêmê roleke nimûneyî ya girîng lîst. Ruxmî hemû êş û zehmetiyan jî ruhekî tijî îrade, ked û têkoşîn da û destanên lehengane û exlaqî yên li ser pîvanên mirovî, nivîsand. Jinên kedkar û têkoşer jî bi awayekî aktîf beşdarî hemû qadan bûn û êdî mîras û nirxên 1`ê Gulanê bi rê ve dibe û ji bo avakirina civaka demokratîk û azad, ruh û nirxên şoreşgerî û civakî diparêze.

Em Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) careke din vê rojê li karker û kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî karkerên Sûriyeyê pîroz dikin û piştgiriya xwe bi wan re nîşan didin. Bexwedan û têkoşîna wan misogeriya rasteqîn a têkbirina terorê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk e. Ji bo parastina nirxên xwe yên exlaqî û piştigiriya berxwedana gerîlayên HPG`ê û hemû berxwedêrên li dijî dagirkerî û hevkarên wê yên xayîn, em têkoşînê xurt bikin."