Pêngava QSD'ê di roja 4'an de ye

Pêngava QSD'ê ya li bejahiya Dêra Zorê û Hesekê di roja 4'an de ye. Di çarçoveya pêngavê de zêdeyî 50 DAÎŞ'î hatin girtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li dijî hucreyên DAÎŞ'ê li bejahiya Dêra Zorê û Hesekê 4 roj in operasyonê dikin.

Çavkaniyên QSD'ê ragihandin ku ji destpêka pêngavê ve zêdeyî 50 DAÎŞ'î hatine girtin.

Li gorî agahiyan QSD xwe ji bo qonaxa sêyemîn a pêngavê amade dike ku li bejahiya bakur a Dêra Zorê bidomîne.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de li bejahiya başûrê Hesekê, di qonaxa duyemîn de jî ji çola Dêra Zorê heta sînorê Iraq-Sûriyeyê dewam kiribû.