Pêngava nû ya QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê: 87 kes hatin destgîrkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji 4'ê Hezîranê ve li bejahiya Dêra Zorê û Hesekê li dijî hucreyên DAÎŞ'ê operasyonê dimeşînin. Heta niha 87 çete û gumanbar hatine destgîrkirin.

Mehên dawî gef û êrişên çeteyen DAÎŞ'ê yên li ser gelê sivîl zêde bûbûn. Lewma Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 4'ê Hezîranê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ'ê dest bi pêngaveke nû kirin.

Hêzên Taybet ên QSD'ê di roja 5'an a pêngavê de avêtin ser hin deverên gundê Hircê yê navçeya Siwer a Dêra Zorê.

Di serdegirtinan de 20 kesên ku pêwendiya xwe bi hucreyên DAÎŞ'ê re hebûn hatin destgîrkirin.

Hejmara çeteyan û gumanbarên ji destpêka pêngavê ve hatine destgîrkirin gihîşte 87 kesî.