Pêngava Bagera Cizîrê: Di 24 saetên dawîn de 37 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan li Hecînê derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dane.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî bîlançoya 24 saetên dawîn agahî da.

Daxuyaniya QSD’ê wisa ye:

“ENIYA BAXOZÊ

Duh di saetên şevê de terorîstan êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Şervanên me bersiva êrîşên wan da. Li vê derê 17 terorîst hatin kuştin. Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî baregehên terorîstan kirin hedef û erebeyeke bombebarkirî hate teqandin û ajokarê wê hate kuştin.

Her wiha di eniyên paş de tevgera terorîstan hate şopandin. Şervanên me tevgerên wan kirin hedef û di encama wê de hinek terorîst kuştin.

Ji aliyekî din ve jî terorîstan êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Şervanan bersiva êrîşan da û di encama wê de hinek terorîst hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên me. Di şerê li wê eniyê de 4 şervanên şehîd bûn û çend şervan jî birîndar bûn.

ENIYA HECÎNÊ

Şervanên me êrîşên terorîstan têk birin. Di navbera şervanên me û terorîstan de şerekî dijwar rû da. Di encama wê de kuştî û birîndar ji terorîstan çêbûn. Heta van kêliyan jî li wê eniyê şerên demkî rû didin.

BÎLANÇO

-37 terorîst hatin kuştin

-13 baregehên terorîstan hatin rûxandin

- 9 nuqteyên terorîstan hatin rûxandin

-Erebeyeke ku doçkaya 23 li ser bû, hate teqandin.

-Balefirên Koalîsyona Navneteweyî 14 caran li çeteyan dan.

-Koalîsyonê 18 moşekên Hymers avêtin baregehên terorîstan”