Pêncewînî: Eger şer biqewime, wê ev tenê ne şerê PKK û PDK'ê be!

Pencêwînî diyar kir ku şerekî li Başûrê Kurdistanê di navbera Kurdan de biqewime wê tenê di navbera PKK û PDK'ê de nebe, wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo derxistina şerê navxweyî.

Mihemed Emîn Pêncewînî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew çend rojin ku zengila xeterê şerê Kurd bi Kurd tê lêdan, bi taybetî piştî ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de PKK’ê tawanbar dike, her wiha hem YNK û hem jî PKK’ê ew senaryoya Encûmena Asayîşê derewand.

Mihemed Emîn Pêncewînî her wiha diyar kir ku eger şer biqewime wê ne tenê şerê PDK û PKK’ê be, belku wê şerê hemû Kurdan be, wê bibe şerê Bakur û Başûr, wê bibe sedema lewazbûn û bê nirxkirina doza Kurd a li hemû cîhanê. Pêvajoya siyasî ya Başûr ber bi aloziyekê ve diçe ku wê pirsgirêka Kurd nîv sedsalî bi paş ve bibe. Ew jî tîrên dawî yên du dewletên dagirker e li ser dilê Kurd dixin.

Bangewaziya Pêncewînî kirî wiha ye:

"Bangewaziyek ji bo hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, hemû welatparêz û Kurdperweran re.

Birêzan, ew çend rojin ku zengila xeterê şerê Kurd bi Kurd tê lêdan, bi taybetî piştî ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye gotin sê kes (band) destgîrkirine ku xwastine karê terorîstî bikin û ji bo wê mijarê PKK’ê tawanbar kirine. Her wiha hem Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew û her sê endamên wan ên di Encûmena Asayîşa Herêm de cih digirin, ji wê yekê bê agahin û wê daxuyaniyê jî qebûl nakin. Ew rewşe bê hêvîtî û peritînek zêde di nava gel de çêkiriye.

PKK’ê jî li ser zimanê birêz Murad Karayilan ragihand ku ew tawane nerastin û amade ne ku bê şer, bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ew yek nêzîkatiyeke erênî ye.

Birêzan; eger şer biqewime wê ne tenê şerê PDK û PKK’ê be belku vê şerê hemû Kurdan be, wê bibe şerê Bakur û Başûr, wê bibe sedema lewazbûn û bênirxkirina doza Kurd a li hemû cîhanê. Pêvajoya siyasî ya Başûr ber bi aloziyekê ve diçe ku wê pirsgirêka Kurd nîv sedsalî bi paş ve bibe. Ew jî tîrên dawî yên du dewletên dagirker e li ser dilê Kurd dixin.

Birêzan; bi wê nasnava ku ez di şerê 1992’an a PKK û Eniya Kurdistanî, şerê PKK û PDK û YNK’ê de wek navbeynkar bûm gelek aliyên veşartî yên şer ji min re eşkere bûn ku hemû jî ji bo tinekirin û lewazkirina doza Kurd bûn.

Birêz Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, birêz Serokwezîr kak Mesrûr Barzanî, birêz Seroka Parlementoyê Rêwas Fayiq, birêz kak Kosret, birêzan Şêx Lahûr, kak Bafil Talibanî, kak Qubad Talibanî, hevalên hêja birêz Cemîl Bayik, Murad Karayilan û heval Sebrî Ok; ez ji we daxwaz dikim ku hûn hemû bi hev re hewl bidin pêşî li rêya vê plana dijminê Kurd bigirin! Ji bo agahiya we hebe, ez di her şert û mercekî de li gel her yek ji we birêzan ew druşme dubare kiriye ku du hêzên sereke û bi bandor li Kurdistanê hene û dikarin di hemû lîstokan de rol bilîzin. Eger PDK û PKK lihevkirî û hevgirtî bin wê doza Kurd bi pêş ve biçe û nêzîkî armancên me yên sereke bike. Eger ew du hêzane nakok û di nava şer de bin, wê hêzên din jî birizin û doza Kurd ber bi tinebûn ve bibin. Em hemû bi hevre hewl bidin û şerê Kurd û Kurd boykot bikin."