Patrîktiya Sûriyeyê ji bo Hesekê name ji NY û YE şand

Pêşengê Dêra Ortodoks a Sûriyeyê diyar kir ku qutkirina ava Hesekê ya bi destê dewleta Tirk barbarî ye û bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku bila têkevin nav hewldanan.

Patrîk Îgnatîûs Aphremê 2’em name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres, Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet û Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel re nivîsand û bal kişand ser qutkirina ava Hesekê.

Di nameyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi fikarên kûr ez vê karesata li Hesekê ji we re dinivîsim. Milyonek kesên li Sûriyeyê ji mafê mirovan ên bingehîn bêpar dimînin. Ev serê 10 rojan e çeteyên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, ava gel qut dikin. Dema ku vîrusa Covîd-19 li temamî dinyayê belav bûye ev qutkirina avê tê kirin. Bi germahiya havînê re, ev rewş dijwartir dibe. Heke qutkirina avê bidome wê ev tişt bibe sûcê li dijî mirovayetiyê. Em bang li rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê dikin ku bila têkevin nav hewldanan.”