Paqijiya etnîkî ya li Rojava di rojeva Swêd û Fînlandiyayê de ye
Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh paqijiya etnîkî ya ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava bike xist rojeva Parlamenta Swêdê. Medya Swêd û Fînlandiyayê jî cih dan mijarê.
Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh paqijiya etnîkî ya ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava bike xist rojeva Parlamenta Swêdê. Medya Swêd û Fînlandiyayê jî cih dan mijarê.
Amîneh Kakabaveh êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakurê Sûriyeyê û Rojava, hewldanên ji bo koçberkirina Kurdan û hindekahiyên herêmê, bicihkirina çeteyan li şûna wan bi pêşnûme pirsekê xist rojeva Parlamenta Swêdê.
Kakabaveh ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde xwest ku bersivê bide pêşnûme pirsê.
Kakabaveh der barê pêşnûmeya xwe de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê gaveke erênî ye lê belê têrê nake.
Kakabaveh ragihand, ji bo paqijiya etnîkî ya ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bike bê rawestandin, divê dagirkerî timî di rojevê de bê hiştin û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo bicihkirina çeteyan û malbatên çeteyan li herêmê bê astengkirin.
Kakabaveh destnîşan kir ku divê Swêd û Yekîtiya Ewropa ji bo parastina jiyana mirovan li Bakurê Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk divê hewldanên berbiçav bikin.
MADON: ŞERÊ ERDOGAN Ê LI DIJÎ KURDAN RAWESTÎNIN
Di vê navberê de nivîskara sereke ya rojnameya UNT'ê Sakîne Madon jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Şerê Erdogan ê li dijî Kurdan rawestîne" ragihand ku piştî vekişîna leşkerên Emerîkî Erdogan ji bo Kurdan di mijara leşkerî de lawaz bike û li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê du milyon penaberan bi cih bike ketiye nava hewldanan.
Madon ragihand ku ev yek di pratîkê de paqijiy etnîkî ye û ji Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî xwest ku bikeve nava hewldanan, naxwe wê encamên neyînî yên kaos û şerê li Rojhilata Navîn hebe.
YLE: LI DEVERÊN DAGIRKIRÎ CÎHADÎST TÊN BICIHKIRIN
Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fînlandiyayê (Yle) jî di mijara paqijiya etnîkî de ku dewleta Tirk dixwaze tevî çeteyên xwe li Bakurê Sûriyeyê bike nêrînên pisporan ragihand.
Di nûçeyê de hate gotin, "Çavdêr bi fikar in ku Tirkiye û hevkarên wan ên Sûriyeyî Kurdan û hindikahiyên din ji herêmên sînor derxînin û li şûna wan Ereban bi cih bikin, bi vî rengî paqijiya etnîkî bikin."
Yle'yê her wiha gelek wêneyên li herêmên sînor hatin kişandin weşand. Di wêneyan de çeteyên ku ala Tirkan bi milê xwe ve kirine nîşaneya nîjadperestiyê ya Tirk dikin.