Osê: Hêviyên me ji gelan hene, ne ji hêzên navneteweyî

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Baweriya me bi gelê me heta dawî heye."

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ANF’ê re axivî.

HER ÊRÎŞEKE DEWLETA TIRK TÊ WATEYA KU OKSÎJENÊ DIDE DAÎŞ’Ê

Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk ev salek e amadekariyên vî şerî dike û wiha got, “Dewleta Tirk her tim êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, da ku aramiya herêmê têk bibe, nehêle gel jiyana xwe birêxistin bike, her tim bi krîz û kaosê re rû bi rû bimîne. Lê belê, hemû cîhan vê yekê dizane, di armanca êrîşên hewayî de kuştin û valakirina herêmê ye. Piştî vê êrîşê, plana dagirkeriyê dikeve dewrê û plana avahiya demografik avakirin wê pêk bînin. Ev plana dewleta Tirk e. Wî plana xwe ya ji bo guhertina avahiya demografîk li cîhanê ragihand. Ji bo pêk anîna vê jî, helbet di serî de wê êrîş bike, qetil bike, belav bike û piştre di bin navê ‘ez ê milyonek Sûriyeyên koçber bi cih bikim’ wê van êrîşên xwe rewa bike. Bi vê yekê dê raya giştî ya Tirkiyê îqna bike ku pirsgirêka koçberan çareser kiriye . Di heman demê de ev yek di berjewendiya dewletên derve de ye. Ji ber ku her carê ev rewş li dijî wan tê bikaranîn.

Ji ber vê yekê êrîşên ku di 19’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin tenê bi dewleta Tirk re ne sînordar e. Eger ji dewleta Tirk re ronahiya kesk nehatiba pêxistin, wê nekarîba êrîşek bi vî rengî li dijî tevahî çavkaniyên jiyana civakê û hêzên wê pêk bîne. Ji ber vê yekê nexweşxane, embarên genim, malên gel, santralên elektrîkê hedef tên girtin. Ev êrîş heta niha berdewam dikin. Di van êrîşan de derket holê ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser tevî saziyên xwe yên leşkerî, civakî û ewlekariyê dibin hedefa êrîşan. Êrîşeke pir xeternak e. Ji ber van êrîşan bi hezaran kes neçar man di nîvê zivistanê de gund û malên xwe biterikînin. Her wiha bi van êrîşan ji bo bi hezaran malbatên DAÎŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, derfetê bêhndanê da. Her wiha girtîgeh jî hene ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê tê de ne. Ji bo vê jî her êrîşeke dewleta Tirk tê wateya ku oksîjenê dide DAIŞ’ê.”

HÊVIYÊN ME JI GELÊN NAVNEETEWEYÎ HENE, NE JI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Osê diyar kir ku di dema êrîşan de, bêdengiya hêzên derve nîşan da ku di navbera wan de hevkarî, lihevkirinek heye û wiha dewam kir, “Hate fêmkirin ku li ser tasfiyekirina projeya rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirine û di encama vê lihevkirinê de li ser çareseriya bi navê pirsgirêka Sûriyeyê li hev kirine. Di vir de xetereya herî mezin tasfiyekirina projeya demokratîk e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser de hate meşandine. Di encamê de aloziya Sûriyeyê ber bi rewşeke pir kûrtir ve dê biçe. Kî dê ji vê kaosê bêtir sûd werbigire? Helbet dewleta Tirk a ku projeya demokratîk ji bo xwe xeteriyeke mezin dibîne, Rûsyaya ku dixwaze bi şêwazê berê hikûmeta Şamê vegerîne ser desthilatdariyê, Koalîsyona Navneteweyî ye ku heta îro ji bo berjewendiyên xwe li vir e û li hemberî hemû êrîşan bêdeng bûye. Behsa metirsiya êrîşan dikin, lê emê çawa van êrîşan rawestînin, kes behsa vê yekê nake. Di vê wateyê de hêviya min ne ji hêzên navneteweyî; ji civaka navneteweyî heye, çawa ku di pêvajoya DAÎŞ’ê de xwedî li Rojava derketin, çawa ku di şerê Kobanê de destek dan Rojava, divê îro jî bi heman rengî destekê bidin Rojava.

Dîsa gelek cihên girêdayî hikûmeta Şamê hatin derbkirin. Lê xuyaye ku hikûmeta Şamê ev leşker kirine qurban. Tu helwestê nîşan nade. Lê îro ev êrîş di heman demê de li dijî yekparebûna Sûriyeyê tê kirin. Dewleteke ku 24 saetan behsa desthilatdariya xwe dike li hemberî hemû êrîşan bêdeng dimîne. Bi dehan leşkerên wî hatin kuştin, bêdeng dimîne. Ev hemû nîşan dide ku hevkariyek heye. Di vir de mebest ew e ku piştî hilweşandina rêveberiya xweser li herêmê serdestiya xwe ji nû ve bi dest bixe û difikire ku wê bi alîkariya Rûsyayê vê bike. Ger mantiq wisa be, xwexapandineke cidî tê de heye.

PLANA DEWLETA TIRK A SED SALÎ YE

Yên ku dîroka dewleta Tirk nizanibin dibe ku xeletiyek wisa bikin. Dewleta Tirk her cihê ku leşkerên xwe dişîne wekî ya xwe hesab dike. Planek sed salî çêdike û di her firsendê de hesabê çawaniya dagirkirina van axan dike. Lê belê em diyar bikin ku di salvegera Lozanê de ji bo Erdogan careke din dagirkeriya xwe ya li vê herêmê çiqasî berfireh bike, ewqasî jî ji bo paşeroja xwe razemeniyê dike. Hesabê dewleta Tirk a niha ew e ku ger nikaribin bi rêya behrê dagirkeriya ku dixwaze pêk bîne, dixwaze bi rêya bejahî bike. Dixwaze li herêmên weke Iraq û Sûriyeyê ku krîz lê tê jiyîn, vê pêk bîne. Dixwaze di sed saliya Lozanê de qadên ku wê li van herêman dagir bike weke serkeftina xwe îlan bike. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi hovane êrîşî Şengal, Mexmûr, Iraq, hemû çiyayên Kurdistanê kir û îro jî êrîşî Rojava dike.”

Osê anî ziman ku di ti hevdîtinên li Cinev, Astana û Soçiyê de, ji bo çareseriya krîza ku ev yanzdeh sal in dewam dike, modela çareseriya demokratîk a yekbûyî derneket holê. Ew civînên vala bûn. Çima ew vala ne? Ji ber ku nûnerên rastî yên civakê tevlî van civînan nebûn. Dewleta Tirk her car li dij derket. Niha ev civîn li şûna ku çareseriyek ji aloziya Sûriyê re bibînin, veguherî civînên çawaniya parastina berjewendiyên hev. Dewleta Tirk ji bo rewakirina van êrîşên dagirkeriyê dixwaze van hêzan bike şirîkê xwe. Ew ê di civîna bê ya Astanayê de jî heman tiştan gotûbêj bikin. Di vê civînê de li şûna çareseriyê, ew ê çawa êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serhildanên gel ên li Îran û Rojhilat bên tepeserkirin, nîqaş bikin.”

A GIRÎNG HELWESTA GEL E

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê di dawiyê de destnîşan kir ku yekîtiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir girîng e û wiha axivî, “Dîsa di vê pêvajoyê de bûyîna xwedî helwestek xurt û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî kirin, pir girîng e. Gelê me, peyama xwe da. Lê eger qanûn û mafên mirovan hebûya, wê hemû cîhanê peyama gelê me fêm bikira. Ev gel dibêjin ‘êrîş çi dibin bila bibin, ez ê li ser axa xwe bimînim, xwe biparêzim û di heman demê de ez ê berxwedana xwe bidomînim.’ Van hêzan ji bo hin berjewendiyên xwe yên siyasî hemû civak kirine qurbanî. Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re li hev kirin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin qurbanî. Bi vî awayî vî şerî rewa dike. Di vir de ya girîng ew e ku hem gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem jî Rêveberiya Xweser bi hêzên xwe yên leşkerî, hemû gelan û saziyên xwe yên rêveberiya xweser re li ber xwe bidin û hestiyar bin. Ji ber ku piştî her êrîşa hewayî her tim plana êrîşa bejayî heye. Heta dawiyê baweriya me bi gelê me heye. Bi bertekên ku di van rojên dawî de, nîşan da wê li hemberî dijmin hîn xurtir bisekine.”