Operasyona li Kampa Holê di roja 5’an de dom kir

Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Kampa Holê hatibû destpêkirin, di roja 5’an de dewam e.

Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve 28’ê Adarê li dijî çeteyên DÎAŞ’ê ya li Kampa Holê hatibû destpêkirin, roja 5’an li pey xwe hişt.

Di roja 5’an a operasyonê de xebatên lêgerîn û venêrînê li beşa 6-8’an pêk hatin. Têkildarî hejmara çeteyên ku di çarçoveya operasyonê de hetine girtin, nehate parvekirin, li gorî daxuyaniyên berî niha hatin parvekirin, derdorî 70 çete hatine girtin.