Operasyona Ewlekariya Domdar: 7 çete hatin girtin
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar, ragihand ku li Kampa Holê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar, ragihand ku li Kampa Holê 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin.
Operasyona Ewlekariya Domdar a ku ji aliyê QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJˈê ve li kampa Holê û derdora wê hatiye lidarxistin, di roja xwe ya 4’emîn de dewam dike.
Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar der barê encamên çalakiyên operasyonê yên vê sibehê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî li ser malpera fermî ya QSDˈê de hate weşandin û gotin ku di xebatên lêgerîn û paqijkirinê yên vê sibehê de 7 çeteyên DAÎŞˈê li kampa Holê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên hatine girtin, amadekariyên pêkanîna kiryarên terorîstî li hundir û derveyî kampê dikir û wiha hat domandin: "Operasyon piştî şopandineke baldar a tevgerên şaneya terorîst pêk hat. Şaneyê hewl dida sûdê ji mercên mirovî yên li kampê wergire, xwe veşêre û çekan kom bike, piştre jî dest bi kiryarên terorî bike."
Hate destnîşankirini ku operasyon bi serketî derbas bû û tu zirar negihaşt sivîlên li kampê.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Operasyona paqijkirinê ya ku di rojên dawîn de hatibû lidarxistin, piştî qedandina şaneyên terorîst dê herêma Holê û kampê veguherîne cihekî ewle û aram.”