Nîşeyên 7 rojan ê eniya berxwedana Efrînê
QSD ya di eniya berxwedanê ya Efrînê de di roja 7’an a berxwedanê de derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê dan.
QSD ya di eniya berxwedanê ya Efrînê de di roja 7’an a berxwedanê de derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê dan.
QSD ya ku di eniya berxwedanê ya Efrînê de ye, di roja 7’an a hewldana dagikirina Efrînê de derbên giran li dewleta Tirk û çeteyên wê dan. Lİ Raco, Şera, Şiyê, Bilbilê û Cindirêsê êrîşên hewayî û bejahiyê didomin, şervanên QSD’ê li gelek deveran çalakî li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê kir.
Şervanên QSD’ê şeva borî tangek û wesayiteke zirxî li gel yên tê de îmha kir û diyar bû ku li Qestel Cîndo 15 çete kuştin. Nîşeyên ‘Berxwedana Serdemê’ ya 7 rojan wiha ne:
ŞERA
Artêşa Tirk a dagirker berê sibehê top avêtine girê Baflonê. Piştî êrîşa bi balafirên şer bi obûs û çekên giran êrîş anîn, QSD’ê bersiveke tund da êrîşan û li Marîneyê çete li gel wesayitan îmha kirin.
Şervanên QSD’ê bi çekên giran êrîş birin ser cihê artêşa Tirk a dagirker ên li pêşberî Eyndeqnê, Kefer Xaşê û Kilcibrînê û bi karîger derb li wan xistin. Çete û artêşa Tirk neçar man li pêşberî vê berxwedanê û bi top û çekên giran Qestel Cindo û Baflonê bombe kirin.
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wan êrîş bi ser Girê Qestel Cindo de anîn, di şerê bir de 15 çete hatin kuştin, wesayiteke BMB’ê derb xwar.
ŞIYÊ
Artêşa Tirk ku bi rojane bi her cure çekên giran û balafirên şer li bara şervanên QSD’ê nikare bi pêş ve were dîsa serî li êrîşên hewayî dan. Balafirên şer ên Tirk girê Şiyêû gundê Çeqelê bombe kirin. Şervanên QSD’ê mewziyên artêş Tirk û çeteyên wan îmha kirin.
RACO
Raco bi rojane şahidiyê ji qehremaniya dîrokî ya şervanên QSD’ê re dike û îro jî li Raco derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Şervanên QSD’ê dagirker kirine kemînê û tangeke wan îmha kirin. Li gundê Adema jî du drone bi hatin xistin.
Yek ji derba dî ya ku artêşa Tirk û dagirkeran xwarî ew bû ku şervanên QSD’ê dema ku li araziyê digeriyan gelek çek bi dest xistin. Şervanan diyar kirin ku çek ên çete û leşkerên Tİrkan bûn ku çekên xwe hiştine û reviyane.
Artêşa Tirk u bi roj ev têkçûn jiyayî berêvarkî navçeya Raco bombe kir.
BILBILÊ
Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve topan davêje navçeya Bibilê û her wiha êrîşên heayî bi ser Gundê Şexûzê û Topelê de anî.
CINDIRÊSÊ
Bombekirina Cindirêsê ya ji hewayê û bejahiyê îro jî berdewam kir. Artêşa Tirk her wiha gundê Xezewiyê jî bi balafirên şer bome kir.