BI DÎMEN

Newroza Reqayê: Dagirker wê teqez bêne têkbirin

Li Stada Şaredariyê ya li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya Newrozê bi coş dewam dike.

Bi sedan kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn ku bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' hate lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em Newrozê cejna vejîn, azadî, sembola serketina heqiyê li gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkez û Tirkmen pîroz dikin."

Hêvîn Îsamîl diyar kir ku ew ê têkoşîna demokrasiyê berdewam bikin û wiha pê de çû: "Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê dê li kêleka gelê xwe yê berxwedêr têkoşîna demokasî, civakî ya aştiyane berdewam bikin da ku li hemberî zilm û qeydan civakeke azad û hevgirtî ava bikin. Em ê ji bo rakirina tevahî cureyên cudakariyê li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk bixebitin."

Hêvîn Îsamîl di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em her sal bikin Newroza li hemberî dagirkeriyê û her bihosteke xaka dagirkirî rizgar bikin. Dagirkerî wê teqez têk biçe. Newroza îsal dê bibe qonaxeke nû ya têkoşîna ber bi avakirina Sûriyeyeke pirreng a nenavendî ve."

Di dewama pîrozbahiyê de bi navê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê hevserokê meclisê Xalid Berkel axivî. Berkel Newroz li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha got: "Her sal di 21’ê Adarê de serdema berxwedan û çanda azad li hemberî hemû cureyên zilm û zordestiyê nûjen dibe. Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hevalên xwe bi dengekî bilind got na ji zilm û teslîmbûyînê re, ji ber ku teslîmbûyîn xiyanet e û berxwedan jiyan e. Dema ku çanda berxwedanê geş dibe, hingî felsefe û ramanên rêberê neteweya demokratîk nûjen dibe."

Xalid Berkel Rêber Abdullah Ocalan û parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir.

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Buseyna Ebdo diyar kir ku di Newrozê de îradeya gelan a ji bo azadî û aştiyê nûjen dibe.

Buseyna Ebdo bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: "Berxwedan û sekna gelê me ji dagirkerên Tirk û tevahî dijmnên gelên azadîxwaz re îsbat kirin ku her tim îradeya gelan bi ser dikeve û planên dijmin têk diçin."

Buseyna Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Em ê Newroza 2024’an bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Azadî û demokrasiyê bi pêkanîna azadiya wî ve girêdayî ne. Meşaleya Kawayê Hesinkar di rihê me de pêxistî ye. Em hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka qonaxeke nû ya têkoşîn, hezkirin û aştiyê heta ku Sûriyeke demokratîk a nenavendî mîsoger bikin."

Pîrozbahî bi çalakiyên hunerî dewam dike.