Newroza li Kobanê, Şehba û Helebê ji ber barana dijwar taloq bû

Pîrozbahiyên Newrozê yên ku wê îro li Kobanê, Şehba û Helebê bihatana lidarxistin, ji ber barana dijwar, hatin taloqkirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pîrozbahiyên Newroz 2024’an wê îro (21 Adar) li 12 navendan bihatana lidarxistin. 

Welatiyên bi rojane amadekariyên pîrozbahiyê dikin, îro vê heyecanê berê xwe didin, qadan. Lê li Kobanê, Şehba û Helebê rewşa hewayî bandora neyînî li ser bernameyê kir. 

Li hersê navendan ji ber barana dijwar ku ji serê sibehê ve dibare, pîrozbahiyên ku dihat plankirin saet di 11.00’an de destpê bikin, hatin taloqkirin.

Komîteyên amadekaran ên hersê navendan piştî nirxandina rewşê diyar kirin ku pîrozbahiyên îro hatine taloqkirin, lê dîroka pîrozbahiyên nû nehat diyarkirin.