'Neteweya demokratîk projeyeke berfireh û yekgirtî ye'

Doktora Zanistên Siyasî Fernaz Etiye destnîşan kir ku neteweya demokratîk projeyeke berfireh û yekgirtî ye ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin.

Doktora Zanistên Siyasî Fernaz Etiye ji ANF'ê re projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Fernaz Etiye got, "Dema ku em ji aliyê siyasî ve li projeya neteweya demokratîk binêrin, em ê bibînin ku birêz Abdullah Ocalan banga neteweya demokratîk dike û ev jî nîşan dide ku prensîba welatîbûnê xurt dike û divê peymaneke civakî di navbera hemwelatî û desthilatdariya neteweya demokratîk de hebe. Di vê projeyê de wekhevî di navbera jin û mêr de heye, ku ji mafê her yekê ji wan bi rewatî bijî û hevjiyaneke hevbeş di navbera wan de jî hebe."

Di dewama axaftina xwe de got: "Em ji bîr nekin ku modela herî diyar a pêkanîna vê ramanê modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Modela li ser bingeha fikra neteweya demokratîk, modela li ser bingeha azadî û wekheviyê ye. Ji mezhebên cuda û hêmanên olî û etnîkî yên cuda pêk tên."

Fernaz Etiye got, "Eger em fikira Birêz Abdullah Ocalan hîn berfirehtir bikin, em ê bibînin ku di şaredariyan de ji aliyê aborî ve behsa nenavendîbûnê kiriye û ev yek ji hêmanên girîng ên rêveberiyê ye. Ji ber ku balê dikişîne li ser hebûna azadî, wekhevî, hebûna demokrasiyê û karîna rêveberiya civakê ye."

Der barê pirsgirêka jinê de jî Fernaz Etiye destnîşan kir ku axaftina li ser jinê di fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwedî rol e, her wiha têgîna koletiyê bi her şêweyî red kir, bi taybetî koletiya ku li jinê tê ferzkirin.

Fernaz Etiye got, "Abdulah Ocalan têgîna azadiyê nû kir û zanista wê (jineolojiya) afirand. Ev zanist li ser têkiliya jinê bi aborî, civak û kar û barê civakî re lêkolîn dike. Ev projeya ku pêşkêş kiriye projeyeke rast e. Di encamê de divê em vê projeyê xweş fêhm bikin. Divê li nava dewletê Erebî û li nava welatên Rojhilata Navîn belav bikin."