Nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk û bêdengiya navneteweyî dan

Dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên kirî û êrîşên li Kurdistan û parçeyên din li Qamişlo hate protestokirin.

Li ser banga Kongreya Star şêniyên bajarê Qamişlo li çerxerêya şerqî (Rojhilatî) bajêr kom bûn û sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha li Bakurê Kurdistanê, protesto kirin.

Di çalakiyê de ji rêveberên Kongreya Star Melîca Heyder daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker êrîşî hêrêmên me dike, xaka me binpê dike. Li beramberî vê yekê jî cîhan bêdeng e û guh nade bûyerên ku li ser gelê me ji kuştin, tecawizkirina jinan, talankirina xêr û bêrên welêt, koçberkirina bi hezeran sivîl û bikaranîna siyaseta tirkirinê û guhertina demografî têne kirin.

Bêdengiya navnetewî derbarê sûcên dewleta Tirk li dijî jinan sûceke nayê efûkirin û şaneyeke reş li ser eniya dewletên ku dibêjin ew parastina mafên mirovan dikin. Ew dewlet li beramberî van sûc û kiriyaran bê deng e.

Em bang li tevahî jinên cîhanê û rêxistinên jinan dikin ku destwerdanê bikin da ku sûcên dewleta Tirk bisekînin û bi yek deng û destî li dijî van sûcên hovane, bisekinin."

Çalakî bi dirûşmeyên protestokirina sûcên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana şehîdan, bidawî bû.