BI DÎMEN

'Em ne ew gel in ku serî li hemberî qeyûman bitewînin'

Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe yên li hemberî desteserkira şaredariyan nîşan da û got: "Ew ê bi kiryarên bi vî rengî nikaribin îradeya gelê me bişkînin."

Navenda Hîlala Zêrîn têkildarî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê  daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de tayînkirina qeyûman şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê hate dayîn û ji aliyê Endama Hîlala Zêrîn Necla El Bozan ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniya Navenda Hîlala Zêrîn bi vî rengî ye:

"Di destpêkê da em weke Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê berxwedayina gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û destdirêjiya faşîzma dewleta Tirk a li ser îradeya gelê xwe red dikin.

Ji destpêka avabûna dewlate Osmaniyan heya roja me ya îro erka wan ya sereke şikandina sekna azadiyê ye. Di serî de gelê Kurd dixwazin têkoşîna hemû gelan ya ji bo azadî û jiyaneke birûmet têk bibin. Lewma ev sê serdem in ku şaredariyan desteser dikin. Lê belê bila dewleta Tirk a dagirker vê yekê baş bizanibe ku ev şaredarî yên gel in. Desteserkirina şaredariyan tê wateya destdirêjiya li îradeya gelan.

Faşîzma Tirk îro baş fêm kir ku ew di qada siyasî  de nikare derkeve pêşberî me. Lewma got ku em aştiya hundrîn ava bikin.  Lê belê ji ber ku ew dizane gelê Kurd tu carî aştiya bêrûmet qebûl nake, serî li kiryarên weke desteserkirina şaredariyan da. Armanca dewleta Tirk tunekirina îradeya gelê Kurd û têkbirina têkoşîna gelê Kurd e. Lê belê em ê tu carî li hemberî van kiryarên faşîst ên  dewleta Tirk serî netewînin.  Weke Navenda Hîlala Zêrîn em desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar dikin û diyar dikin ku em ne ew gel in ku serî li hemberî qeyûman bitewînin.’’