Navenda bajêr a Efrînê hate bombekirin
Hate ragihandin Efrîn a ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî dagirkirin bi rokêtan hatiye bombekirin.
Hate ragihandin Efrîn a ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî dagirkirin bi rokêtan hatiye bombekirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê ku xwe spartiye ser kanên xwecih hêzên bi ser hikûmeta Şamê ve navenda Efrînê bombe kirin. Tê diyarkirin êrîş saet li derdora 14:00'an çêbûye.
Ji Adara 2018'an û wir ve bajarê ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin bi gelek rokêtan hatiye bombekirin. Rayedarên Şamê heta niha ti daxuyanî nedane.