Nasnameya şehîdek hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe yê li Reqayê şehîd bû, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnemeya endamekî xwe ku di 19'ê Tîrmehê de şehîd bû, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Endamekî hêzên me li bajarê Reqayê dema ku erka xwe bi ciha dianî, roja înê (19'ê Tîrmehê) gihîşt asta şehadetê.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Usame El-Casim
Navê bav: Hemêdî
Navê dayîkê: Hemîde
Dîroka tevlêbûnê: 09.05.2019'an
Dîroka şehadetê: 19.07.2022'an.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji xwe û malbata şehîd Usame re xwest û soz da ku ew ê heta mayîndekirina aramî û ewlehiyê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêya hevrêyên xwe bişopînin.

Cenazeyê şehîd Usame El-Casim wê îro saet di 17:00’an de li bajarê Reqayê bi merasîmekê were veşartin.