Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslum diyar kir ku bi êrîşên li ser Rojava re pêkanînên şerê taybet parçeyek ji plana çokdanînê ye û got: “ENKS di bin esareta hinek aliyên din de ye, vê rastiyê nabêjin. Ji bo vê bûyerên li vir rû didin, li ser daxwazên dijmin dibînin. ENKS jî di nav de hinek faşîzma Tirk weke dijmin nabînin, ne xwedî wê cesaretê ne ku li ber dijmin rabin û bibin yek. Baweriya wan bi wan nayê. Ev jî tê wateya xizmetê. Divê ti demê teslîmyetiyê qebûl nekin.”
Muslum tecrîda li Îmralî, tiştên li dijî tecrîdê bê kirin, êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, tevgera PDK’ê ya li qadên gerîla, hevdîtinên dîplomasî yên zêde ya li Bexda, dîsa êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê taybet ê li ser qadê tê kirin, pêşketinên yekîtiya netewî ya Kurd ji ANF’ê re nirxand.
Başa duyemîn a nirxandinên Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslum wiha ye:
KURDISTANEKE BÊ KURD DIXWAZIN
“A ku niha dibe hemû jî di çarçoveya konsept û plana çokdanînê de tê kirin. Dixwazin Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd û pêşengên wê tine bikin. Ev yek ne bi rêxistin û PKK’ê re sînordar e. Li kuderê Kurdek hebe dixwaze biçewisîne. Dixwazin civaka Kurd bê rêbertî, pêşeng bihêlin. Plan ev e. Ji bo wê li kûderê tiştek hebe dixwaze tine bikin. Li Rojava dibe, li Bakur-Rojhilatê Sûriye, Başûrê Kurdistan û heta hemû Dîasporayê dibe hemû jî parçeyek ya vê planê ne.
Kurdistaneke bê Kurd dixwazin. Hinek Kurd jî bimînin, ew jî di bin daxwazên wan de bin. Kurdistaneke wiha dixwazin. Li Rojava be, li ciheke din be, li her derê şerê derûnî dikin. Li Bakur, Rojava û Başûr vê dikin. Ji ber ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe dide, zêdetir êrîş li ser tê kirin.
Yekane armanca dewleta Tirk herêmê ji Kurdan vala bike, hinek din lê bi cih bike. Kurdan dixapîne, dike sîxûr û bikar tîne. Ji bo Ereban dibêje; ‘Hûn rûnin, ez ji we aciz nînim, lê bila Kurd derkevin. Cihê wan vala bimînin.’ Kurdan ji vir derdixin, Tirkmen, Ereb û Ûgûran bi cih dike. Niha Efganî hatin, wan tînin. Dixwazin wan bînin li Kurdisatnê bi cih bike.Berê Efganî li Bakurê Kurdisatanê li hinek herêman bi cih kiribûn. Ev hemû ya tê kirin parçeyek ji konsepta plana çokdanînê ye. Li kû dibe bila bibe dixwazin Kurdistanê bê Kurd bihêlin. Em ê li dijî vê derkevin.
BÊ NAVBER BOMBE DIKIN, GUNDÊN XWE NATERIKÎNIN
Taybet li Rojava dixwazin Kurd, Ereb, Sûryanî û pêkhateyên li herêmê li ber hev rakin. Dixwazin Eremenî û Sûriyaniyên ji ber fermana Osmaniyan rizgar bûne û kulmek mane, li vir jî tine bikin.
Rojane ji Şehba bigire heta Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê tên topbarankirin. Bi topan, roketan û dronan hemû ji bo tirsandina mirovên li vir dijîn, ji cih û warên wan bike ye. Armanc ev e. Gel êdî ketiye ferqa vê, li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin. Li vir çi Kurd, Ereb û Sûryanî hemû li vir geleke berxwedêr in. Binêrin Zirgan a Til Temir çiqas tê bombekirin, gel gundên xwe naterikînin.
MESELE NE PKK Û PYD YE, MESELE PLANA LI VIR TÊ PÊKANÎN E
ENKS hê jî weke dijmin li faşîma Tirk nanêre. Bi ya Tirkiye tê xapandin û bi lîstikên takîtîkî yên mîna ‘Li dijî PKK’ê û li dijî PYD’ê ne’ wan dixapînin. Lê rastî ne wilo ye. Me ev yek li Efrîn û li cihên din jî dît. Me li Başûr jî ev yek dît. Mixabin ev ne mesleya PKK’ê û PYD’ê ye. Mesele plana ku li vir tê pêkanîne. ENKS jî di nav de hinek faşîzma Tirk weke dijmin nabînin, ne xwedî wê cesaretê ne ku li ber dijmin rabin û bibin yek. Baweriya wan bi wan nayê. Ev jî tê wateya xizmetê. Divê ti demê teslîmyetiyê qebûl nekin. Eger biryara berxwedanê bigirî, tê li ber xwe bidî. Tu wê li gorî derfetên destê xwe li ber xwe bidî. Divê ti demê teslîmyetê qebûl nekî. Lê dinêrî hinek wiha ne, hinek jî dibin alîkar.
ESÎR HATINE GIRTIN Û BIRYAR NE DI DESTÊ WAN DE NE
Niha em li Başûr dibînin. Çima alîkarî dike, ji ber berjewendiyên xwe, ji bo çend milyon dolar. Ev rewş ji bo Kurdan meseleyeke ya rûmetê ye. Hinek bûne esîrê faşîzma Tirk. Ji ber ku ew esîr ketiye, biryarê bi xwe nabêje. Derdikevî dibêjî, şer di nava Kurdan de pêk nayê, lê di pêkanînê de cuda ye. Çima, diyar e ku biryar ne di destê te de ye. Wê demê ya dikeve ser milê me çiye? Ev birayê me ketiye esaretê. Ne biryarên wî ne. Wî ji esaretê rizgarkirin, deynê stûyê me ye. Divê wiha bê fikirandin.
Yên hatine esîrkirin, a Tirkiye dibêjin. Di praîtkê de jî vê dikin. Eger ku gelê Kurd, rêxsitinên Kurd, sazî û dezgehên Kurd bibin xwedî sekin, vê dikarin heta astekê bidin sekinandin. Hemû gelê Kurd bûne ye. Divê hinek ramanên polîtîk bê dayîna aliyekê, çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Bi heman hest, rastî û hêviyê bibin yek.
ENKS jî di bin esareta kes û aliyan de ne. Heta niha ya li vir rû didin, weke dijmin dinirxînin. Ev jî rastiyê nîşan dide. Gel dibîne li Efrînê çi rû didin. Radibe rû dine dibêje bila gelê Efrînê vegerin. Gelo çima gelê Efrînê ji wir koç kir? Sedemê wê çi bûn. Sedemê wê dagirkeriya Tirk bûn.
Eger ku rastî dixwazin gel vegerin, divê ev sedem ji holê rabin. Divê dawî li dagirkeriya li vir bê anîn. Heta ev sedem ji holê neyên rakirin, gel venagere. Ji xwe serokên wan propagandaya ‘Ji bo we li wir xanî çêdike, gund avadikin.’dike. Gel dixwaze vegere mala xwe û gundên xwe. Mala wan hatine dagirkirin. Kesên ji Şam û heta Xûtayê anîn li malên wan bi cih kiriye. Ew dernekevin navegerin.
Ji xwe Kurdên li Şehba û Efrînê vê dibêjin. Divê ewilê sedem bên dawîkirin. Em vegerin, em ê vegerin malên xwe. Gund û zeviyên xwe. Ji bo wê propagandayên ku ENKS dike pir şaş in. Ji vê vegerin wê pir baş e.
HEWLDANÊN HEVDÎTINÊ
Ji bo hevîdîtinê em di nava heweldanan de ne. Çiqas ji me tê xwestin, bi qasî derfetên heyî çiqasî vegerînin baş e. Em li ser vê yekê ne. Ji bo wê dixwazin tim diyalogê pêş ve bibin. Ez bi xwe bi vê mijarê re eleqedar dibim. Komîsyoneke ya YPNK’ê heye, ew eleqedar dibin. Lê ez dişopînim. Dibe pêşerojê dubare destpê bikin. DYE hatiye bi herdu aliyan re civiyaye, xwestiye nêzîkî hev bikin. Ji bo çareserî pêk bê, divê hinek rastî bên qebûlkirin. Yanî heta niya ya bi israr tê kirin, ji negotina Tirkiye dagirker e, dixuyê ku çareseriyê naxwazin. Yen jî nebûna helwestekî ya berxwedanê, derdikeve holê ku vê yekê qebûl nake. Eger ku hilweşîna sîstama li vir an jî tiştên din, tê wateya ku vê naxwazî. Rêveberiya li vir bi hemû pêkhateyên li herêmê re sê salên xwe derbas kir. Kurd, Ereb, Suryan, Dêra Zor, Reqa û Tebqa jî di nav de sala xwe ya 3 pîroz kir. Tu nikarî vê tine bihesibînî. Di polîtîkayên diyar de, bi rêyên asayî dixwazî tevlî bibî, dibe. Lê hemû bixwazî hilweşînî, ev nayê qebûlkirin. Ji bo wê dibe demek nêzîk, dibe pêvajoyek nû destpê bike.
RÊYA ÇARESERIYÊ RÊVEBERIYA XWESER E
Modela Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo herêma me, ji bo hemû Sûriyeyê modeleke. Dikare li hemû Sûriyeyê bê pêkanîn. Li vir hem di warê etnîkî û cihêrengiya baweriyê de Sûriye mozaîkek e. Heta ev model ne ji bo Sûriye dikare li hemû Rojhilata Navîn bê pêkanîn. Li her welatê Rojhilata Navîn binêre, heman mozaîk heye. Çareseriya vê enceq bi vê modelê pêkan e. Bi Felsefeya Netewa Demokratîk pêkan e. Niha her kes vê modelê di praîtkê de dibîne û wisa bîr dike. Mijara Deraa û Sûveyda jî eynî ye. Heta li Laziyek û cihên din jî heman di heman ramanê de ne. Hinek hevdîtin hene. Em jî dixwazin wan qane bikin. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji partiyan pêk hatiye. Ji cihên din jî tevlî bûne. Em vê rojane dibînin. Ji bo vê dixwaze ev proje pêk bê.
Li Şengalê Rêveberiya Xweser heye. Ev model ji bo Iraqê jî çareserî ye. Li wir federetî heye, lê Şengal derveyî vê ye. Ji bo wê xwestina xweseriyê tiştekî asayî ye. Divê Kurd jî piştevaniya vê bike. Dema 2014’ê li wir qirkirin hate kirin, gelê me yê li vir piştevanî kir. Ji ber ku li Sûriyeyê civaka me ya Êzidî bi me re dijî, Kurd in.
Çawa ku 2014-2025’an li gel wan sekinî, niha jî li gel wan in. Niha rêveberiya xwe ya xweser avakirine. Parastina xwe avakirine. Em vê destek dikin, tişta ji destê me bê em ê bikin. Di wê ramanê de ne ku divê êdî hemû cîhan xweseriya Şengalê binasin.
Projeya me ne tenê ji bo vir, ji bo hemû Sûriyeyê ye. Ji ber ku projeya kesek din tine. Niha eger ji bo Sûriyeyê qala çareseriyekê tê kirin, hinek qala federetîfê dikin, navên cudatir jî didin. Lê yekane çareserî xweseriya demokratîk e. Dibe biçûk, mezin hejmar bê guherîn, li gorî gel û erdnîgariyê wê teqez pêkan be. Teqez divê rêveberiyeke xweser be.”